Bangên girtina qada hewayî li ber dewleta Tirk a dagirker zêde dibin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşên cuda yên civakê piştgirî da însiyatîfa partî û hêzên siyasî yên herêmê ya banga girtina qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker.

Bangên girtina qada hewayî li ber dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
1 tebax, 2022   03:15
NAVENDA NÛÇEYN

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên dagirkirina herêmên nû re, 33 partî û tevgerên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28`ê Hezîrana borî dest bi însiyatîfekê kir ku tê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê Ferdaral kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilat  Sûriyê bigirin.

Beşên cuda yên civakê piştgirî dan însiyatîfa partiyan û di wê baweriyê de ne ku girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê qonaxê de bûye pêdiviyeke lezgîn û pêwîst.

HESEKÊ

Welatiyê bi navê Mihemed Salih Mihê ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ye piştgiriya xwe bi însiyatîfa partiyan re anî ziman da ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê were girtin. 

Her wiha Mihê got: "Dewleta Tirk bi rêya balafiran Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê dagir kirin. Heke balafir li cem tunebûna  nedikarî herêmekê dagir bike. Divê Neteweyên Yekbûyî daxwazên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û qada hewayî ya herêmê bigire.”

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Diyana El-Ebdullah jî da zanîn ku şêniyên li ser sînorê bi dewleta Tirk a dagirker re her roj rastî êrişên balafirên bêmirov tên.

Diyana El-Ebdullah got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ewlehî û aramiya herêmê û herêmê ji niştecihên wê vala bike. Ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê, însiyatîfa partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qonaxa ku herêm tê re derbas dibe de bûye pêdiviyeke lezgîn.''

Rûspiyê eşîra El-Omera ya bajarê Dirbêsiyê Cemal Hac Mensûr jî însiyatîfa partiyên siyasî weke “gaveke baş” bi nav kir û diyar kir ku ev însiyatîf dê rê li pêşiya dewleta Tirk û êrişên wê bigire.

Cemal Hac Mensûr axaftina xwe wiha domand: 'Herêm ji Efrînê heta Serêkaniyê û Girê Spî di gelek ezmûnan re derbas bûye. Li cîhanê tu gel bi derfetên kêm di 58 rojan de li hember 72 balafiran li ber xwe nedaye.  Bîyî balafiran dewleta Tirk nikare bostek axa herêmê dagir bike. Em piştgiriya QSD`ê dikin.”

Nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Dirbêsiyê Omer Şêxmûs diyar kir ku girtina qada hewayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê banga 33 partiyên siyasî ye, di heman demê de banga her welatiyek bi rûmet e û anî ziman ku êrişên dijminane yên dewleta Tirk li ser herêmê bi giştî xeteriyeke mezin e.

Her wiha Şêxmûs destnîşan kir ku ji bo zext li dewleta Tirk bê kirin, divê hêzên navneteweyî helwestên cidî bigirin û gavên pratîk bavêjin.

'ARMANCA WÊ YA PÊŞÎN Û DAWÎN VEJANDINA TERORÊ YE'

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Gêlo Elî destnîşan kir ku armanca pêşîn û dawîn a dewleta Tirk ji van êrişan û komkujiya Zaxoyê dagirkirina herêmê ye û temamkirina guhertina demografî ye ku niha li Efrîn û Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne.

Elî bi domdarî got, planên dewleta Tirk dê bi berxwedan û îradeya bihêz a gelên herêmê re rû bi rû bimîne û wiha domand: ''Em ê dev ji axa xwe bernedin û li hember  planên wê yên guheritna demografiya herêmê yên bi hinceta avakirina herêma ewle em ê bibin bendeke asê. Em hemû dizanin ku herêmên dagirkirî bûne jêdera terorê. Îro bi dehan serçeteyên DAIŞ`ê bi destê Koalîsyona Navneteweyî li wan herêman tên kuştin. Gelo behsa çi ewlehiyê dike?”

'DIVÊ QADA HEWAYÎ YA HERÊMÊ BÊ GIRTIN'

Gêlo Elî got, ji bo parastina welatiyan ji êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û balafirên wê yên bêmirov ên biçek, divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin.

Elî wiha berdewam kir: “Divê hemû çalakvanên siyasî û rêxistinên mirovî dengê xwe li hember dagirkeriya Tirk bilind bikin da ku komkujiyên wê yên li dijî welatiyan rawestînin.”

Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze tevliheviyê ne tenê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lê belê di nav pêkhateyêln Sûriyê bi giştî de belav bike, ji ber wê seyrangehek li herêma Zaxo ya Başûrê Kurdistanê topbaran kir û komkujî pêk anî û ev li gotinên xwe zêde kir: “Di pratîkî de gotine 'dikuje û di cezayê wî/ê de dimeşe' pêk tîne. Bi wê topbaranê hewl da fîtne û tevliheviyê di navbera gelên Kurd û Ereb ên li Başûrê Kurdistanê de derxîne.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Gêlo Elî di dawiyê de got: “Gelê herêmê îro herêmên xwe bi rê ve dibin û guh nadin gefên rayedarên Tirk ên faşîst. Ev yek ji bo dewleta Tirk şokeke mezin bû ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl da şerekî navxweyî li herêmê pêk bîne lê bi ser neket. Di tirsandina şêniyan de bi ser neket ji ber wê bi rêbazên cuda û bi balafirên bêmirov dest bi hedefgirtina welatiyan kir.”  

ANHA