Êrişên dagirkeriyê  li Helebê hatin şermezarkirin

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê û hedefgirtina fermandar Jiyan Tolhildan û rêhevalên wê meşek li dar xist.

Êrişên dagirkeriyê  li Helebê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê  li Helebê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê  li Helebê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê  li Helebê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê  li Helebê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê  li Helebê hatin şermezarkirin
31 tîrmeh, 2022   18:44
HELEB

Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û hedefgirtina fermandaran  xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Girseya gel ji pêşiya hola civînan ber bi Saziyên Civaka Sivîl ên li beşa rojhilat ji taxa Şêxmeqsûd ve bi gotina siloganan meşiyan. Di meşê bankarên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker, wêneyên şehîd Jiyan Tohildan, Barîn Botan û Roj Xabûr, alên Kongra Star û YPJ'ê hatin hildan. Her wiha diruşmeyên silavkirina berxwedana jina azad û şeremzarkirina êrişên dagirkirinê yê dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya Saziyên Civaka Sivîl rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Kongra Star, Nêrgiz Ebdo êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şehbayê şermezar kir û got, armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku îradeya jina azad û gel têk bibe.

Nêrgiz Ebdo diyar kir ku şehîd Jiyan Tolhildan di şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Bakur û Rojhilayê Sûriyê de cihê xwe girt da ku jinê û herêmê ji zilmê biparêze. Nêrgiz Ebdo soz da ku tola hemû şehîdan hildin.

Nêrgiz Ebdo bang li gelên herêmê kir ku bi yekrêzî li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin û xwe li gor bingeha şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin, da ku destkeftî û xaka xwe biparêzin.

Di dawiya axaftina xwe de, Nêrgiz Ebdo wiha anî ziman: “Em xwe diparêzin, şerê tu kesî nakin, lê gava yek şerê me bike em bêdeng namînin û em ê hersivên hişk bidin.”

Xwepêşandan bi gotina siloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û silavkirina şehîdan û jinên azad bi dawî bû.

(mh)

ANHA