Fîras Qesas: Çareserî demokrasî û doza kurdî ye

Siyasetmedar Fîras Qesas destnîşan kir ku ji bilî guhertina demokratîk tu çareserî ji krîzên Rojhilata Navîn û doza kurdî re tune ne û got: ''Hêzên mezin ên cîhanê komployên xwe li dijî gelên herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet zêdetir kirin, ev komplo nexasim di civînên Tehran û Madrîdê de nû bûn. Tevî nakokiyên di navbera wan hêzan de jî lê berjewendî di ser nirxan re digirin.''

Fîras Qesas: Çareserî demokrasî û doza kurdî ye
1 tebax, 2022   05:52
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Asta komployên li dijî gelên herêmê nexasim kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca kontrolkirina herêmê û têkbirina îradeya gelê wê, zêdetir bûye. Di vê demê de dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên qirkirina kurdan di aliyê siyasî û cografî de zêde kirin û pêdiviya hêzên mezin ên cîhanê bi wê, li gor berjewendiyên xwe bi kar anî.

Ji bo bi destxistina erênekê ji bo pêkanîna êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, carcaran dewleta Tirk hewl da hêzên navneteweyî şantaj bike, carcaran bazaran bi wan re bike.

Ev yek di civîna Madrîdê de xuya bû, ku tê de dewleta Tirk a dagirker li gel dewletên rojavayî danûstandin der barê pejirandina endamtiya Siwêd û Fînlandayê di NATO’yê de, pêk anîn, li beramber wê divê her du welat dijmintiya kurdan bikin û çalakvanên Kurd di wan herdu dewletan de bigirin.

Qonaxa duyemîn di civîna Tehranê de bû ku serokên Rûsya, Îran û dewleta Tirk a dagirker tê de beşdar bûn. Di civînê de krîza Sûriyê hat nîqaşkirin. Dewleta Tirk hewl da ji herdu dewletên din erêkirinê bibe da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Lê xuya ye ev yek pêk nehat; ji ber berjewendiyên wan dewletan li hev nehatin. Lê wek her carê Kurd bi “cudaxwazbûnê” hatin tawanbarkirin.

Der barê civîna Tehranê de, serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîrsas Qesas ji ajansa me re axivî û got: “Tirkiyê, Îran û Rûsya xwedî armancên cuda ne ku dijmantiya tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û pêşengên wê yên Kurd dikin. Heger xwesteka Îran a bi dawîkirina aloziya Sûriyê li gorî rejîmê yee û nehêle ku ev tecrûbe belav bibe sedema ew e ku ditirese ev tecrûbe li Rojhilata Kurdistanê belav bibe. Ji ber vê yekî îranê dijbertiya hêzên rêveberiya xweser dikin û li kêleka Tirkiyê û Rûsya disekine.  Rûsya jî, ji bo guhertina pergala navneteweyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek kaxizekê li hember DYA`yê bi kar tîne.”

Qesas îşaret pê kir ku li cem Rûsyaya Federal tu helwesteke cidî û xwedî taybetmendiyeke îdoelojîk a li dijî kurdan û Rêveberiya Xweser û mentiqê federaliyê tune ye û got: ''Mijar girêdayî sazkirina hegemoya li Sûriyê ye ku wê li ser asta navneteweyî wek kaxizekê bi kar bîne. Dibe di nakokiya jeostratejîk de ya bi rojava re, mijara NATO, Ukrayna, dozên ewlehiya neteweyî û cihê xwe di pergala navneteweyî de bazaran li ser bike. Mijar li cem Tirkiyê cuda ye, xwedî xwezayeke îdeolojîk a pêkhatî ye ku di beşeke berfireh a tebeqeya siyasî ya Tirkiyê bi giştî û AKP'ê bi taybet de eşkere dibe. Ya ku vê xwezayê bi girêktir dike ew e ku di çarçoveyeke demokratîk a sexte ya seqet de bi kar tîne.

 Fîras Qesas diyar kir ku Erdogan û AKP'ê bi helwesta xwe ya li hemberî Rêveberiya Xweser û kurdan,  dixwazin bi nîjadperestiya xwe nostaljiyaya Osmanî vegerîne, li ser desthilatdariyê bimîne û li qada dagirkeriyê berfireh bike û wiha domand: "Dixwazan van mijaran di hilbijartinên bê de bi kar bîne û bi ragihandina şer li dijî herêmên rêveberiyê aloziya aborî ya hundirîn, hilweşîna lîreya tirkî, zêdebûna xizanî û bêkariyê binixwimîne."

BERJEWENDÎ DI SER RÊGAZAN RE NE

Ruxmî nakokiyên aliyên Astana (Tirkiye, Rûsya û Îranê), piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji bo çeteyan li dijî Rûsya û Îranê li Sûriyê, Lîbya û Azerbeycanê, axaftina her du dewletan li ser piştgiriya Enqere ya ji bo DAIŞ û El-Qaîda, lê ji bo berjewendiyan ew li hev dikin.

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk di vî warî de got: “Tirkiyê rexne dikin lê ew di hegemoya li ser rewşa Sûriyê de şirîkên wê ne. Ji wê zêdetir di timeyên wê yên firehkirinê de û nerazîbûna wê ji rewşa herêmî û navneteweyî şirîk in. Ez dikarim bêjin ku her sê dewlet, xwe wek hêzên împerayalîst û xwedî împeratoriyeke berê dibînin ku divê berdewam bike.”

Fîras Qesas wiha domand: “Çawa rexne dikin! ji xwe têkilî û berjewendiyên wan pê re hene. Gelek zehmet e ku di diyarkirina siyasetan de rêgez di ser berjewendiyan re bê girtin. Eger li cem Îran û Rûsya rêgezên cidî hebinku li gorî wê xwe ji siyaseta Tirkiyê ya têkildarî herêmê dûr dixin, sedem rexneyên wan ên ji ber terorê û bi karanîna terora DAIŞ`ê li dijî tecrubeya me ye. Ji bilî wê, serokên her sê dewletan ji aliyê derûnî û kesayetî ve û pirsgirêka wan bi demokratiyê re dişibin hev. Helbet, em tu helwestekê ji Îran û Rûsya li hember Tirkiyê pêşbîn nakin, ev yek tenê di rewşekê de dibe, dema ku berjewendî, qadên hegemoniyê wan li Sûriyê bi Tirkiyê li hev nehatin û bi nakok bin. Lê mixabin ev tiştek dûr e û nepêkan e ku pêk were.”

ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DERGEHÊ ÇARESERKIRINA DOZÊN ROJHILATA NAVÎN E

Li gorî çavdêr û pirsporan, aloziyên li Rojhilata Navîn û berdewamkirina mudaxeleyên hêzên hegemonîk tenê bi veguhertina demokratîk û çareserkirina doza Kurd, bi dawî dibin.

Qesas têkildarî mijarê got: “Bêyî çareserkirina pirsgirkêka kurdî bi awayekî adilane û demokratîk û li gor vîna kurdan û azadiya wan, pirsgirkên li Rojhilata Navîn çareser nabin û ewlehî li herêmê pêk nayê. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin û bi gelên herêmê re wekhev be. Mafê vî gelî heye ku çarenûsa xwe diyar bike, divê rêz û hirmet ji îradeyê û şêwazê rêveberiya ku ew bi xwe diyar bike, bê girtin.”

Qesas wiha pê de çû: “Yê ku li dijî vîna gelê Kurd disekine çi yên Ereb yan jî Îran yan jî Tirk bin, di rastiyê de ew ne ji bo berjewendiyên nûnerên xwe kar dike. Hemû serokên ku çareserkirina doza kurd red dikin, li dijî berjewendiyên gelên xwe ne û vîna wan rave nakin, lê belê vîna xwe rave dikin.”

Li gorî Qesas, ji ber desthilatê, berovajîkirina îdeolojîk, zordarî û çewisandinê yên rasterast an jî neyekser, gelên Ereb, Tirk û Îran bi mafên kurdan û pêkanîna wekheviyê re ne û wiha berdewam kir: “Li cem gelan giyenekî neteweperest tune ye. Lê belê ev giyan tê çêkirin û mîna jehrê ji aliyê pergalan ve tê belavkirin. Di perwerdeyê, ragihand û hunerê de cudabûnê çêdikin. Ev her du qad, neçar dibin nirxên nerast, qanûn û siyasetên nijadperest ragihînin. Cudabûnekê li ser bingeha berjewendiyê, di navbera gelan û kurdan de biafrînin.”

Di dawiyê de serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas got: “Bêyî çareserkirina doza kurd bi rêbazeke adilane ku hêviyên gelê Kurd û armancên wî pêk bîne, helbet tu çareseriyeke demokratîk, edalet û pêşketin li herêma Rojhilata Navîn pêk nayê. Ji bilî vê, wê tenê wêranbûn çê bibe, wê ji pêşketina şaristanî dûr keve, dê bikeve dewreya hilberandina binkeftinê, şer û azaran, wê tenê mirovê Rojhilata Navîn bi Kurd, Ereb, Tirk, Fars, Asûr, Suryan û hemû pêkhateyên xwe ve winda bike.”

(mh-şx)

ANHA