Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya endamekî xwe ku li Reqayê dema li ser karê xwe bû şehîd bûye, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
31 tîrmeh, 2022   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriye daxuyaniyeke belav kir, tê de nasnemeya endamekî xwe ku di 19'ê Tîrmehê de şehîd bûye, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Endamekî hêzên me li bajarê Reqayê dema ku erka xwe bi ciha dianî, roja înê (19'ê Tîrmehê) gihîşt asta şehadetê.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Usame El-Casim

Navê bav: Hemêdî

Navê dayîkê: Hemîde

Dîroka tevlêbûnê: 09.05.2019'an

Dîroka şehadetê: 19.07.2022'an.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji xwe û malbata şehîd Usame re xwest û soz da ku ew ê heta mayîndekirina aramî û ewlehiyê li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêya hevrêyên xwe bişopînin.

Hêjayî gotinê ye ku cenazeyê şehîd dê îro saet 05:00'ê êvarê li Goristana Şehîdan a bajarê Reqayê bê veşartin.

(dm)