Dagirekran 4 welatî ji navçeya Cindirêsê revnadin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin û ew birin cihekî nediyar.

Dagirekran 4 welatî ji navçeya Cindirêsê revnadin
31 tîrmeh, 2022   10:29
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê, çeteyên "Polîsên leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 4 welatî ji gundên Gûrda û Aşka Rojhilat ên girêdayî navçeya Cindirêsê revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Fewzî Şêx Mihemed (23), Ebdo Subhî Yûsif (34) ê ji gundê Gûrda, Necîb Ciwan Şêxo (29) û Reşîd Îsmaîl Hemîd (25) ê ji gundê Aşka Rojhilat.

Çavkanî diyar kir ku kesên hatine revandin ber bi cihekî nediyar ve hatine birin.

(eh)

ANHA