Li Kabûlê rêzeteqînan rû da

Medyaya Efganistanê ragihand ku îro li paytext Kabûlê rêzeteqîn pêk hatine, ku yek ji wan mezin bû.

Li Kabûlê rêzeteqînan rû da
31 tîrmeh, 2022   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Efganistanê, vê sibehê li paytexta Efganistan Kabûlê rêzeteqînan rûdaye.

Ajansa Nûçeyan a “Efganistanê” li ser hesabê xwe yê Telgramê got, “Teqîn hemwextî hev û derdora saet 6:30`ê sibeha yekşemê li gorî dema herêmê, li paytext Kabûlê pêk hatin. Heta niha çawanî û cihê vê teqîna mezin ne diyar in.”

Li aliyê din, kenala “Tilû News” a serbixwe ya Efganistanê got: “Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Efganistanê Dr. Ebdulnafê Taktor piştrast kiriye ku li Kabûl teqîn pêk hatine, lê detay parve nekirin.”

Heta niha tu aliyan teqîn negirtine ser xwe.

(cx)