Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe yê bi navê Ehmed El-Mişan ragihand.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
30 tîrmeh, 2022   10:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şehadeta endamê xwe yê bi navê Ehmed El-Mişan ragihand. Ehmed El-Mişan duh (29’ê Tîrmehê) şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd Ehmed re dixwazin û em serê xwe li ber fedakariya şehîdên xwe yên biqîmet ditewînin ku ji bo parastina malbat û gelê xwe canê xwe feda kirine. Em tekez dikin ku em li ser rêya şehadetê ne heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê û paşnav: Ehmed El-Mişan
Navê bav: Mihemed
Navê dayikê: Meryem Selmo
Cih û dîroka tevlêbûnê: Koçerat, 04.08.2021
Cih û dîroka şehadetê: Koçerat, 29.07.2022

(fr)