​​​​​​​PYD’ê şehîd Îsa Hiso bi bîr anî

PYD’ê şehîd Îsa Hiso bi bîr anî û da zanîn ku ew ê li ser rêça şehîdan bimeşin, bi nirxên welatparêzî û berxwedanê ve girêdayî bin.

​​​​​​​PYD’ê şehîd Îsa Hiso bi bîr anî
30 tîrmeh, 2022   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê di salvegera 9’emîn a şehadeta wî de, şehîd Îsa Hiso bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Îro salvegera 9’an a şehadeta hevrê Îsa Hiso (1954) ê ji taxa Kornîş a Qamişloyê ye. Hevrê Îsa Hiso dema di 30’ê Tîrmeha 2013’yan de ji mala xwe derdikeve û li erebeya xwe ya li pêş mala xwe siwar dibe, erebe tê teqandin û di encamê de şehîd dibe.

Ev salvager hemwextî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê me pêk tê.

Şehîd Îsa Hiso tabloyeke yekitiya neteweyî ya giştî ava kir û hê jî daxmeyên wî di hûrgiliyên me yên rojane de hene û berxwedan bi xwe re mezin kir. Ev yek nîşaneya têkbirina dijmin e ku têkoşîna gelê me bi bixin û pêşî li berxwedana wî bigirin.

Şehîd Îsa Hiso yek ji pêşengên şoreşa Rojava bû. Di 2004’an de nûnerê PYD’ê û berpirsên têkiliyên wê yên derve yên giştî bû. Ruxmî destpotiya desthilata navendî ya Şamê û girtina wî ya gelek caran, lê dîsa jî wek nûnerê PYD’ê tev li hilbijartinên parlamentoyê yên Sûriyê yên di 2007’an de bû û têkoşîna xwe di nava gelê Kurd de heta li ser destê terorîstan gihaşt asta şehadetê, berdewam kir.

Em Meclisa Giştî ya PYD’ê û bi boneya salvegera 9’an a şehadeta hevrê Îsa Hiso soza pêkanîna rêça şehîdan, girêdana bi nirxên welatparêzî, parastina li ser bijarteya berxwedanê û pêkanîna yekitiya neteweyî heta gihandina ber bi civakeke exlaqî-polîtîka û demokratî ve didin. Em teqez dikin ku pêdiviya projeya me ya demokratîk bi fedekariyan heye û şehadeta hevrêyên me îsrara li ser pêkanîna hemû armancên xwe ne. Tova ku şehîd Îsa Hiso çandiye îro bû dar û bi hezaran berxwedêr û leheng şîn kirin. Berxwedana me naskine û ji her demê zêdetir em di vê rêyê de bi israr in.

 Bi vê boneyê em bang li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê dikin ku rêveçûnên li ser wî hatine ferzkirin, red bikin û li ser çareseriya krîza Sûriyê li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an israr bikin, guhartineke bingehîn a demokratîk a giştî pêk bînin ku Sûriyeke nenavendî ya demokratîk ava bibe û doza Kurd çareser bibe."

(fr)