​​​​​​​Li Derayê erebeyek teqiya

Li gel tevliheviya ewlehiyê ya li Derayê, li taxa Kaşif erebeyek teqiya. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

​​​​​​​Li Derayê erebeyek teqiya
30 tîrmeh, 2022   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), vê sibehê li taxa Kaşif a Derayê erebeyek teqiya, di encamê de zirarên madî çêbûn, lê tu agahiyên li ser windahî û birîndaran bi dest neketin.

Ev yek li gel rageşiya li Derayê, kiryarên siûqastkirinê û qetilkirinê pêk hat.

Ji destpêka îsal ve, li gorî belgeyên SOHR’ê 316 kiryarên hedefgirtinê yên bi rê û rêbazên cuda li Derayê pêk hatine û di encamê de 272 kes hatin kuştin. Di nava kuştiyan de sivîl û endamên hêzên hikumeta Şamê, hevkarên saziyên ewlehiyê, endamên "lihevkirinan" û çekdarên xwecih ên derbasî nava "lihevkirinan" bûne, hene.

(fr)