Di topbarana dewleta Tirk a li ser gundên Til Temirê de herî kêm 7 kes birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî gundên Til Temirê de herî kêm 7 welatî birîndar bûne.

Di topbarana dewleta Tirk a li ser gundên Til Temirê de herî kêm 7 kes birîndar bûn
30 tîrmeh, 2022   09:07
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Vê sibehê dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Til Temirê bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de 7 sivîl birîndar bûn ku di nava wan de zarok û pîr jî hene. Bila dewleta Tirk a dagirker bizane ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişan bi tu awayî qebûl nake.”

Li aliyê din, nûçegihanê me ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên meydanî, ragihand ku hejmara welatiyên ji ber topbarana dagirkeriya Tirk birîndar bûne, gihaştiye 9 kesan.

Nûçegihanê me da zanîn ku ji ber hedefgirtina gundan 9 kes birîndar bûne, birînên 4 kesan sivik bûn û li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li Til Temirê hatin dermankirin, 5 birîndarên din jî ji ber ku rewşa wan giran e, rakirin Nexweşxaneya Gel a Hesekê.

Navên 8 birîndaran wiha ne; zaroka bi navê Leyla Omer Salih (4) ji rûyê xwe de birîndar e, Cûrî Omer Salih (25) ji destê xwe birîndar e, Ehmed Mihemed El-Mihemed (60) destekî wî jê bûye, Omer Hisên Ziyab ji zikê xwe bi sivikî birîndar bûye. Nofa Elawî El-Elî (60) ji zik û sînga xwe birîndar bûye, Hilwe Izo Ewad (63) ji sînga xwe birîndar bûye, Neîm Mihemed Wezo (30) bi sivikî birîndar bûye û Newres Hemîd Enter (25) jî sivik birîndar bûye.

ANHA