Li çêkerê fîlmên DAIŞ'ê cezayê muebbedê hate birîn

Li DYA’yê li çeteyê DAIŞ`ê yê bi navê Muhemed Xelîfe ku hevkariya wî di fînansekirina DAIŞ`ê û propagandaya sûcên DAIŞ`ê de hat piştrastkirin, cezayê muebbedê hate birîn.

Li çêkerê fîlmên DAIŞ'ê cezayê muebbedê hate birîn
30 tîrmeh, 2022   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, dadgeha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) cezayê muebbedê li Muhemed Xelîfe yê kanadayî birî ku bi eslê xwe ji Erebistan Siûdî ye, piştî ku beşdariya wî di fînansekirina DAIŞ'ê de, propagandaya sûcên wê de hat piştrastkirin.

Li gorî îdianameya Wezareta Dadê ya DYA’yê, Xelîfe di sala 2013'an de ji Kanadayê derketiye û li Sûriyê tev li DAIŞ'ê bûye. Li wir di demeke kurt de rola fermandariyê di qaşo "Dewleta Xîlafetê ya Sûriyê û Iraqê" de lîstiye.  

Li gorî wezaretê, Xelîfe (39) di demeke kurt de “peywirên girîng” di nava DAIŞ`ê de wergirtine û bi hatina 2014'an re ji ber ku bi zimanên erebî û îngilîzî baş dizane, bûye endamê sereke yê şaneya propagandayê.

Ew şane bi taybet li pişt çêkirina vîdeoyên rehîneyên biyanî yên ku dihatin îdamkirin bû. Di nav wan de rojnamevanên amerîkî James Foley û Stephen Sotloff hebûn.

Ew di sala 2014'an de di nava şer de xuya bû, ferman da çend welatiyên Sûriyê ku goran bikolin û zilamekî ku li ser çokan bû bi guleyekê di serê wî de kuşt. Her wiha di Kanûna 2019’an de gelek şervanên QSD’ê gulebaran kirin.

Xelîfe her wiha li ser du vîdeoyên herî tund ên DAIŞ'ê yên salên 2014 û 2017'an, şîroveyeke bideng bi zimanê îngilîzî pêşkêş kir ku wî tê de leşkerên hikumeta Şamê îdam kirin.

Ew di heman demê de vebêjerê vîdeoyên biçekkirinê ye ku êrişên DAIŞ'ê li Fransa û Belçîkayê nîşan dide û bang li kesên din dike ku tev li karên tundûtujiyê bibin.

Dozgerên amerîkî got Xelîfe "kesayeteke payeberz" ê DAIŞ'ê bû û ew wek berpirsê propagandayên DAIŞ`ê nîşan da.