​​​​​​​Xwepêşandêr ketin parlamentoya Iraqê; 60 kes birîndar bûn

Piştî xwepêşandêr derbasî Herêma Kesk a li navenda Bexdayê bûn, ketin parlamentoya Iraqê. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 60 xwepêşandêr birîndar bûne.

​​​​​​​Xwepêşandêr ketin parlamentoya Iraqê; 60 kes birîndar bûn
30 tîrmeh, 2022   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek xwepêşandêrên alîgirên Tevgera Sedr, piştî ku derbasî Herêma Kesk a li Bexdayê bûn, ketin avahiya parlamentoyê.

Li Herêma Kesk di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê de pevçûn çêbûn. Hêzên ewlehiyê av li xwepêşandêran reşandin, guleyên plastîk û gaza rondikrêj bi kar anîn.

Wezareta Tenduristiyê jî ragihand ku 60 xwepêşandêr birîndar bûne.