Pêşengekî Şoreşa Rojava; Îsa Hiso

Îro 9`emîn salvegera yek ji pêşengên Rojavayê Kurdistanê Îsa Hiso ye. Jiyana xwe bi têkoşîn û berxwedana ji bo gelê Kurd borand. Di dawiyê de jî bi destê dijminan hate şehîdkirin.

Pêşengekî Şoreşa Rojava; Îsa Hiso
30 tîrmeh, 2022   01:52
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Gelê Kurd bi pêşengên xwe yê serhildêr tê naskirin. Beriya destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê, gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê berê xwe da nava tevgera azadiyê û gelek pêşeng jê derketin.

Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de gelek pêşeng ji aliyê dewleta Tirk a qirker û çeteyan ve hatine hedefgirtin; di 2018`an de Omer Elûş, di 2019’an Hevrîn Xelef, di 2021’an de Yûsif Gulo û jî îsal Ferhad Şiblî û gelekên din.

KED Û TEVGERA ÎSA HISO

Yek ji pêşengên ku di 2013`an de hatiye hedefgirtin jî Îsa Hiso ye. Îsa Hiso di ciwaniya xwe de bi rêya Osman Sebrî damezirînerê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê, di qonaxa xwendina xwe ya navîn de wek xwendekarekî welatparêz ê xwedî fikreke girêdayî çanda gelê xwe, bû endamekî fermî yê partiyê û heta 1982`yan di partiyê de dimîne.

Di 1983`yan de dema gihaştina fikrên rêber Abdullah Ocalan ji Rojavayê Kurdistanê re, Îsa Hiso prensîb û rêgezên tevgera rizgariya Kurdistanê ji xwe re hilbijart. Di wan salan de fikrên tevgera azadiyê di nava bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê de belav kirin û bû çavkaniyek ji rêya azadiyê re.

Ji ber bandora bi rihê berxwedanê yê bavê xwe kurê Îsa Hiso yê bi navê Mesûd Hiso (Ferhad Baran) tev li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû û di 21`ê Tebaxa 2005`an de li Meşkan a herêma Geverê ya Bakurê Kurdistanê şehîd bû.

Di 2004`an de Îsa Hiso wek nûner û berpirsê têkiliyên derve yê giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hat hilbijartin. 2007`an wek nûnerê PYD’ê tev li hilbijartinên Sûriyê bû, lê ji ber kiryarên bêdengikirina Kurdan û pêkanîna şantajê li dijî Kurdên ku dixwestin endamên PYD`ê hilbijêrin, endamên PYD’ê bi giştî neçar man ku xwe ji hilbijartinan vekişînin.

Îsa Hiso ji ber eşqa welat û xwestina afirandina çarenûseke nû ji gelê xwe re, berê xwe dida jêderên hêviya gelan. Hevalê Îsa Hiso û endamê PYD’ê Elî Sadûn li ser kesayeta Îsa Hiso got: “Dihat hezkirin, ji ber ku bi eşq nêzî karê xwe dibû, bi rihekî fedakar ji bo doza welatê xwe digeriya. Kesên ku bi hevalê Îsa re dan û standin dikir, li ser esasê kesayeta wî ew jî nêzî welatê xwe dibûn.”

BI SALAN LÊPIRSÎN Û GIRTIN

Di 2004`an de ji ber bûyerên Serhildana 12`ê Adarê zêdetirî 3 mehan ji aliyê rejîma Sûriyê ve hat girtin, di 2005`an de jî 3 rojan di lêpirsînê de ma.

Di 14`ê Tîmeha 2006`an de Îsa Hiso li taxa Şêxmeqsûd a Helebê beşdarî merasîma bîranîna şehîdên tevgera azadiyê bû û ji ber bîranîna şehîdan jî hat girtin û 3 mehan di zindanê de ma.

2007`an di meşa li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de ew û komeke hevalên wî rastî lêdanê hatin. Piştre zêdetirî salekê girtî man. Îsa Hiso di 3`yê Tebaxa 2008`an de hat berdan, rojekê piştre careke din ji aliyê rejîma Sûriyê ve hat girtin û 15 rojan di hucreya yekkesî de ma.

Di 2010`an de piştî vegera Îsa Hiso ji 4`emîn kongreya PYD’ê ya li Başûrê Kurdistanê, ji aliyê rejîma Sûriyê ve hat xwestin, wê demê jî 5 rojan di lêpirsînê de ma. Di eynî mehê de ji Qamişloyê şandin Şamê, li wir jî 23 rojan di bin îşkence û lêpirsînê de ma. Piştre jî di 13`ê Mijdara heman salê de Hiso radestî beşa Ewlekariya Siyasî kirin, li wir jî 3 mehan di lêpirsînê de ma. Di 10`ê Sibata 2011`an hat berdan.

Piştî ew qas girtin û îşkenceyê rejîma Sûriyê cezayê qedexekirina derketina ji bajar jî da Îsa Hiso. Hevalê şehîd Îsa Hiso Elî Sadûn li ser moral û hêviyê Hiso piştî derketina ji zindanan got: “Her dem bi moraleke bilind vedigeriya, girêdana wî bi xebata ji bo welat bihêztir dibû. Digot ji bo wergirtina mafên xwe divê em hemû astengiyan derbas bikin.”

ŞOREŞA ROJAVA

Di salên zindanê yên Îsa Hiso de, di 2009`an de kurê wî yê bi navê Sîpan Hiso (Orhan Baran) tev li kar û xebatên tevgera azadiyê bû. Sîpan jî di 3`yê Adara 2017`an de li Şengalê bi destê hêzên PDK’ê hat şehîdxistin.

Piştî salên tijî girtin û îşkenceyê Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir. Di destpêka şoreşê de Îsa Hiso cihê xwe di avakirina meclis û komînan de girt.

Di 2012`an de yekemîn kongreya Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin, tê de Îsa Hiso wek endamê dîwana serokatiyê hat hilbijartin, di heman salê de bû endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Neteweyî û Kurdistanî di Desteya Kurdî ya Bilind de.

Destpêka sala 2013`an Îsa Hiso bû endam û rêveberê Rêveberiya Giştî ya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Rojavayê Kurdistanê.

Di berbanga sibeha 30`ê Tîrmeha 2013`an de, dema Îsa Hiso bi xwesteka çûyîna werzîşê ji malê derdikeve û berê xwe dide erebeya xwe ya li ber mala wî li taxa Kornîş a Qamişloyê, erebeya wî teqandin û Îsa Hiso şehîd dibe.

Îsa Hiso di Gulana sala 1954`an de li gundê El-Bora yê Qamişloyê ji dayik bûye, xwendina xwe ya seretayî li bajarokê Girbawî kiriye, qonaxên xwendinê yê navîn û amadehî li dibistanên Qamişlo qedandine. Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Beyrûtê xwendiye, lê di sala 3`yan de ji ber rewşa malbatê xwendina xwe daye sekinandin.

Di 2007`an de careke din dixwaze li zanîngeha Şamê berdewam bike, lê desthilata Sûriyê rê li ber pêşkêşkirina ezmûnên fakulteyê ji bo wî digire.

ANHA