​​​​​​​Talib Îbrahîm: Balafirên Tirkiyê şerê li dijî DAIŞ`ê qels dikin

Nûnerê Partiya Sûriya Pêşerojê yê Ewropayê Talib Îbrahîm got bertekên Ewropayê yên têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermok in û ev helwest şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê qels dike.

​​​​​​​Talib Îbrahîm: Balafirên Tirkiyê şerê li dijî DAIŞ`ê qels dikin
30 tîrmeh, 2022   03:27
KOBANÊ

Di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike, herî dawî jî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê 3 fermandarên YPJ`ê şehîd kirin.

Têkildarî mijarê nûnerê Partiya Sûriya Pêşerojê yê Ewropa Talib Îbrahîm got helwesta Koalîsyona Navneteweyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dewletên Ewropayê di çarçoveya ragihandinê de sînordar man û wiha axivî: "Hin rayedarên amerîkî şehîdxistina fermandarên QSD`ê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir. Wezaretên li Ewropayê û rayedarên rojavayî jî ew şermezar kir, lê ev tenê gotin bûn."

Talib Îbrahîm wiha domand: "Tevî ku nakokiyên Tirkiyê û hêzên rojavayî hene û dewleta Tirk erkên xwe yên endamtiya NATO`yê binpê kirin, bi Rûsyayê re têkiliyên leşkerî-aborî pêk anîn ku îro rasterast dijmina NATO`yê ye û li hember wê binpêkirin e, di heman demê de li kêleka Rûsyayê ku dijmina NATO`yê ye û Îran jî ne kêmî wê ye, wek endameke sereke tev li civînên Astanayê bû, lê dîsa jî bertekên rojavayiyan û DYA’yê ji şermezarkirinê derbas nebûn. Ev jî rê li pêşiya dewleta Tirk vedike ku operasyonên xwe dewam bike."

'ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK EWLEHÎ Û ÎSTÎQRARA HERÊMÊ DIKIN ARMANC'

Talib Îbrahîm îşaret bi şerê Rûsya û Ukraynayê jî kir û wiha pê de çû: "Dijminê yekemîn ê Ewropayê li gorî guhartinên hevsengiyên siyasî-leşkerî tê guhartin. Mînak; piştî şerê Rûsya-Ukraynayê û bandora wê li nexşeya jeopolîtîk, eleqeya Rojava ya bi DAIŞ'ê re kêm bûye, ji ber ku ew îro Rûsyayê wek yekemîn xetere û Çîn jî wek "hevrikeke sîstematîk" dihesibînin. Lewma hevsengî têne guhartin û eleqeya şerê li dijî DAIŞ`ê nexasim ku li vir û li wir bûne şaneyên veşartî, kêm dibe û fînanseya Rûsya-Çînê zêde dibe."

Îbrahîm ev tişt got: "Bi hebûna belgeyan têkiliya di navbera îstixbarata Tirkiyê û DAIŞ`ê de tê eşkerekirin, lê dîsa jî hesab ji Tirkiyê nehat xwestin, heta li hemberî vê lêpirsînê jî dest pê nekir. Ev jî tê wateya ku şerê li dijî DAIŞ`ê ji QSD`ê tê xwestin û civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê bi erka xwe ranabin."

Talib Îbrahîm diyar kir ku êrişên dewleta Tirk di serî de îstiqrara herêmê dikin armanc, ev jî projeyên aborî, civakî, xizmetguzarî û ewlehiyê bi paş dixin, ji ber ku bi şerê li dijî terorê ve mijûl dibin.

Nûnerê Partiya Sûriya Pêşerojê yê Ewropayê Talib Îbrahîm di dawiyê de got: "DAIŞ "kujereke kirêkirî" ye û sûdê ji tevliheviya heyî û rikeberiya herêmî û navneteweyî ya li herêmê werdigire. Di heman demê de civak û qada siyasî û darayî jî destekê dide wê, lewma dem bi dem ji zindîkirinê re amade ye. Ger DAIŞ li rûberekê yan jî di demeke diyar de tune be, nayê wateya ku têk çûye û nakokiyên heyî ji holê rabûne. Derketina rêxistinên radîkal ên îslamî û bi navên cuda, ne kêmî xetereya DAIŞ`ê ne û desteka xwe ji sazî û welatên din digirin, wekî Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ku di lîsteya terorê de ye, lê dibe ku erkên din deynin pêşiya van rêxistinan û çeka wan di xizmeta nexşeya serdestiyê de were bikaranîn. Mînaka wê jî rewşa Idlibê ya îro ye."

(eh)

ANHA