ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-07-2022
29 tîrmeh, 2022   23:00

-Peymangeha Orkestra ya Rojava ya Zarokan ya mûzîkê şahiyekê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar dixe, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûnerê Partiya Sûriya Pêşerojê yê Ewropayê Talib Îbrahîm got bertekên Ewropayê yên têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermok in û ev helwest şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê qels dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên herêma Efrînê yên Kurd û Ereb tecrîda şidandî ya li ser rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, şermezar kirin û ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tekezî bi mezinkirina têkoşînê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya rewşa awarte ya li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker de amadekariyên parastinê xurt dikin. Siyasetmedar û rêveber diyar dikin ku hevgirtina gel misogeriya têkbirina dagirkeran e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Îro 9`emîn salvegera yek ji pêşengên Rojavayê Kurdistanê Îsa Hiso ye. Jiyana xwe bi têkoşîn û berxwedana ji bo gelê Kurd borand. Di dawiyê de jî bi destê dijminan hate şehîdkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Navçeya Zirgan Salih Mistefa Semo eşkere kir ku di çarçoveya amadekariyên giştî yên li hember êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker têne kirin de, planaziya perwerdekirina şêniyan li ser bikaranîna çekan û destwerdana lezgîn danîne.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Pêşbirka ji bo serokatiya komara Lubnanê dest pê kiriye. Pê re proseya danîn û şewitandina navan dest pê kiriye. Namzetên sereke yên heyî jî pêwîstiya wan bi lihevkirineke siyasî ya navxweyî heye. (BI WÊNE).

ANHA