Berhemên şêwekar fotografkêşên ji Rojava li Rûsyayê tên pêşandan

Berhemên şêwekar û fotografkêşên ji Rojava li Galeriya Tretîkovska ya li Moskova tên pêşandan.

Berhemên şêwekar fotografkêşên ji Rojava li Rûsyayê tên pêşandan
29 tîrmeh, 2022   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser navê Nûnertiya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Federasyona Rûsyayê, hunermendên Kurd beşdarî pêşangeha Navneteweyî ya li Galeriya Tretikovskayê tê lidarxistin, dibin.  

Ev pêşangeh bi piştgiriya Şaredariya Moskova, Yekitiya Hunermendên Rûsyayê û Yekitiya Evrasya ya Hunerî pêk tê.

Pêşangeh ji 31'ê Tîrmehê heta 7'ê Tebaxê wê vekirî be. Di meha Gulanê de 2 fotografkêşêm Kurd Alan Roj û Rodî Tahlo bi fotografên xwe di pêşbazîya fotografan a li Petersburgê dereceya 2. û 3. girtibûn.

Xebatên  şêwekar û hunermendan yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gelek saziyên çandî û fermî yên Rûsyayê hatin nîşandan. Ev xebat hem roleke girîng ji bo balkişandin û danasîna herêmê û rewşa wê dilîze hem jî derfetek e ji bo hunermedan da ku xebat û dengê xwe bigihînin derveyî welat.

ANHA