Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî gefên Tirkiyê parastinê xurt dikin

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya rewşa awarte ya li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker de amadekariyên parastinê xurt dikin. Siyasetmedar û rêveber diyar dikin ku hevgirtina gel misogeriya têkbirina dagirkeran e.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî gefên Tirkiyê parastinê xurt dikin
30 tîrmeh, 2022   00:38
NAVNDA NÛÇEYAN

Ji destpêka Hezîranê ve dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Li hemberî vê yekê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6'ê Tîrmehê de rewşa awarte ya giştî ragihand.

Serokê Nivîsgeha Partiya Muhafizkaran a bajarê Hesekê Mihemed El-Berak anî ziman ku li dijî Sûriyê gefên dagirkirin û parçekirinê hene û istiqrar û ewlehiya Sûriyê ji her demê bêtir di bin gefan de ne.

El-Berak got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ew ku planên xwe li welat pêk bîne, xaka Sûriyê dagir û parçe bike, her wiha şerê projeyên çareserkirina aloziya Sûriyê dike û herêmê ber bi tevlihevî û bêistiqrariyê ve bibe."

Serokê Nivîsgeha Partiya Komarî ya Kurdistanê ya bajarê Hesekê Mihemed Ehmed jî da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji van gefan ew e ku destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de modela Rêveberiya Xweser têk bibe.

Di çarçoveya rewşa awarte de, gelên herêmê, QSD, saziyên Rêveberiya Xweser di seferberiyê de ne. Her wiha ji aliyê MSD û partiyên siyasî ve tevgerên siyasî û dîplomasî hene.

Mihemed El-Berak got, li hemberî van gefan ew di rêzekê de ne û wiha pêde çû: "Gelê herêmê bi hemû eşîr, partiyên siyasî û hêzên xwe yên siyasî hevgirtî ne û amade ne li hember tevahî êrişên ku ser herêmê têne kirin, bisekinin. Vebijêrka me berxwedan e. Em terka herêmên xwe nakin.''

Serokê Nivîsgeha Partiya Komarî ya Kurdistanê ya bajarê Hesekê Mihemed Ehmed îşaret pê kir ku berxwedan û hevgirtina gel a li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker misogeriya ewlehî, aştî û demokrasiya li welat û tevahî Rojhilata Navîn e.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Fadil El-Hisên jî destnîşan kir ku gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama siyasetên wê ne ku çavê xwe berdaye xaka Sûriyê ye. Her wiha got, tevahî gelên Sûriyê dizanin ku plana Tirkiyê qutkirina xaka Sûriyê ye.

El-Hisên diyar kir ku gef û hewldanên siyasî û leşkerî yên Tirkiyê tenê hewldanek da ku erêkirina navneteweyî ji bo dagirkirina xaka Sûriyê werbigire mîna ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine.

PÊKHATEYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BIRYARA BERXWEDANÊ DANE

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Fadil El-Hisên da zanîn ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara berxwedan û parastina xaka xwe dane û wiha pê de çû: "Bakur û Rojhilatê Sûriyê xaka Sûriyê ne, parastina wan ne tenê ji QSD'ê tê xwestin, lê belê ji tevahî sûriyên ku banga parastin û sekna li hemberî êrişên faşîmza Tirk dikin, tê xwestin."

Endamê Sekretariyaya Giştî ya Partiya Pêşxistin û Guhertin a Demokratîk Ebdullah Riwêşid da zanîn ku divê QSD'ê bersiva êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide û divê gelên herêmên li derdora wê kom bibin da ku xak û destkeftiyên wê bên parastin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Mezlûm Omer jî wiha got: "Gefên Tirkiyê yên pêkanîna êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in, dixwaze herêmên me dagir bike û tev li xaka Tirkiyê bike, wekî ku di siyasetên xwe yên hundirîn de îdia dike ku ewlehiya xwe ya neteweyî diparêze."

Omer diyar kir ku ev êriş û gef ne tenê pêkhateyekê an jî etnîkekê yan jî olekê dikin hedef, lê belê tevahî gelên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hincetên nerast hewl dide timayên osmaniyan vegerînin û xaka me dagir bike da ku împratoriya osmaniya nû lê ava bike."

Mezlûm Omer destnîşan kir ku ev êriş ne Sûriyê tenê, di heman demê de Iraq û Qibirsê jî dike hedef û wiha domand: "Divê ev gef bi cidiyet werin girtin û bi xemserî nêzî wê nebin. Em amade ne bersiva her êrişekê bidin."

Omer anî ziman ku hikumeta Şamê berpirsa êrişên dagirkirinê yên Tirkiyê ye got, hikumeta Şamê erka xwe ya niştimanî ya parastina sînorê xwe û serdestiya wê bi cih nayîne.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqa Mezlûm Omer di dawiya axaftina xwe de got: "Tevahî rêveberên sivîl û leşkerî bi hêzên me re QSD'ê di amadebaşiyê de ne. Em amade ne bersiva dijmin ê Tirk bidin û projoeya wê ya mêtîngeriya nû û guhertina demgorafîk têk bibin ku hewl dide nasnameya tevahî pêkhateyên Sûriyê ji holê rake."

(eh)

ANHA