Li Zirganê amadekariyên li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirgan Salih Mistefa Semo eşkere kir ku di çarçoveya amadekariyên giştî yên li hember êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker têne kirin de, planaziya perwerdekirina şêniyan li ser bikaranîna çekan û destwerdana lezgîn danîne.

Li Zirganê amadekariyên li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker
30 tîrmeh, 2022   04:39
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû cûreyên çekên giran û balafirên bê mirov ên bi çek êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Herî zêde herêmên nêzî herêmên ku dewleta Tirk sala 2019`an dagir kirine tên topbarankirin.

Di nav de navçeya Zirgan a herêma Serêkaniyê ya Kantona Hesekê heye ku ji Cotmeha 2019`an ve tê topbarankirin.

Di 24`ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navçe topbaran kir û di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê bi navê Mehmûd El-Xezîb jiyana xwe ji dest da û 4 welatî; Mihemed Qasim(20), Mueyed Abdullah (32) û her du zarokên wî Mihemed Mueyed Abdullah (7) û Teysîr Mueyed Abdullah (5) birîndar bûn.

Der barê rewşa navçeyê de, hevserokê Meclisa Navçeya Zirgan Salih Mistefa Semo got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê rojane ne û dewam dikin. Di encamê de gelek mal û milkên sivîlan wêran bûn. Zirarên mezin gihaştin binesaziya navçeyê. Ji ber ku dagirker bi zanabûn jîngehan dikin hedef.”

Têkildarî jiyana rojane ya welatiyan li gel vê topbaranê, hewldanên meclisê ji bo hêsankirina jiyanê Semo got: “Meclis bi rêya komîteyên xwe û saziyên xizmetguzarî di radeya yekemîn de hewl didin herêmê ji dagirkeriyê biparêzin, pêwîstiyên bingehîn peyda bikin mîna nan, sotemenî, av û kehrebe.”

Der barê amadekariyên meclisê de, Salih Mistefa Semo destnîşan kir ku meclisa navçeyê û komîteyên wê niha xwedî ezmûn û pisporiya têra xwe ne ku di salên borî de bi dest xistin, ji bo rûbirûbûna bi tiştên dijwartir re, rênîşandana welatiyan, parastina wan di jêrzemînan de û belavkirina pêdiviyan.

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirgan Salih Mistefa Semo di dawiyê de got: “Ji bo sekna li hember operasyoneke leşkeî ya bejahî, meclis niha bi Hêzên Parastina Civakî (HPC) re koordîne dike da ku piraniya şêniyan li ser bikaranîna çekê perwerde bike. Her wiha me bi komîteyên tenduristiyê re koordîne kir da ku dewreyên destwerdana lezgîn vekin ji bo şênî bên perwerdekirin. Li rex wê jî, em civînan ji şêniyan re li dar dixin da ku wan hişyar bikin û di şer de çawa tev bigerin nîşanî wan bidin.”

(şx)

ANHA