Li Reqayê projeyên dabînkirina kehrebê hatin destpêkirin

Komîteya Enerjî û Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Reqa di çarçoveya plansaziya îsal de, gelek projeyên têkildarî dabînkirina kehrebê ji taxên Reqa re bi dawî kirin û niha jî dest bi projeyên nû kirin.

Li Reqayê projeyên dabînkirina kehrebê hatin destpêkirin
29 tîrmeh, 2022   08:17
REQA

Komîteya Enerjî û Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Reqa di çarçoveya plansaziya 2022`an de, dest bi xebatên têkildarî dabînkirina kehrebê ji taxên bajêr re kirin. Komîtê ji kolana Qîtar (Kolana Tirênê) a li aliyê bakurê Reqayê dest bi projeya xwe kir û heta Saziya Avê dewam kir.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Enerjî û Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Reqa Hamid El-Lewaş ji ANHA'yê re axivî û got: "Komîte hewl dide kehrebê ji taxên Reqayê re dabîn bike û dê li ser 4 qonaxan pêk were. Di qonaxa yekemîn de dê kehrebê bidin dagerandina Hezîme, ya duyemîn jî ji kola Tirênê heta Çerxerêya Zimhêrê be û ya sêyemîn jî li taxa Kehrebê û ya çaremîn jî li Saziya Avê be."

Hamid El-Lewaş li ser sedema dabeşkirina kar li gorî qonaxan got, bûdçeya ku ji van projeya hatiye veqetandin li gorî di qonaxan hatiye dabeşkirin, ev navend dê kehrebê bi karîna 1 megabyte rake û di zûtirîn dem de xebata qonaxa yekemîn bi dawî bike.

El-Lewaş da zanîn ku rêjeya kehrebeyê ya ku digihê bajêr ji sedî 80`ê ye, lê rêjeya din mezintir e ji ber ku hejmara avahiyan lê pirttir e û hewcedariya wan bi navendên kehrebê û trans heye.

El-Lewaş anî ziman ku rojane ew ê 4 saetan kehrebê bidin taxên bajêr, ji ber ku rêjeya ava Firatê kêm bûye û nikarin kehrebeyê bidin tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

El-Lewaş her wiha got: ''Qada kehrebeyê bi temamî hatibû xerabkirin, di navbera Tebqa û Firûsiyê de 230 xet hatin sererastkirin û trans û keblên kehrebê yên Reqa 1, Reqa 2, Reqa 3 û Reqa 4 û El-Heşim gihantin hev. Di heman demê de ji sedî 50`î ev trans hatin sererastkirin. Li aliyekî din jî du transên me xerabûne lewm me wan şandin werşeyên sererastkirinê yê li herêma Bendava Firatê ku wan çêkin."

Di dawiyê de El-Lewaş bang li gelê herêmê kir ku dema kebilên kehrebeyê hatin dizîn an jî xirab bûn, wan agahdar bikin.

(eh)

ANHA