Rewşenbîr: Divê kesên ku bi koçberiyê difikrin, li xwe vegerin

Endamên Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner bang li kesên ku difikirin penaberî dervayî welat bibin kir ku beriya ku biryarê didin, li xwe vegerin. Her wiha çûyîna derveyî welat bi şerekî taybet li ser herêmê bi nav kir.

Rewşenbîr: Divê kesên ku bi koçberiyê difikrin, li xwe vegerin
29 tîrmeh, 2022   09:06
KOBANÊ

Endamên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê bang li kesên ku difikrin penaberî derveyî welat bibin kir ku beriya ew biryara çarenûsî bibin, li xwe vegerin.

'EWROPA JI ENERJIYA CIWANÊN ME SÛDÊ DIGIRE'

Şanoger û berprisê beşê perwerdeya şanogeriyê ya li Navenda Baqî Xido Elî Îsa got: "Qonaxa ku em tê re derbas dibin hestiyar û çarenûsî ye. Ji hemû aliyan ve şerê taybet li ser me tê kirin. Ev şer ciwanan dike hedef ku di xeteriyeke mezin de ne. Divê em ciwanan ji ajantiya dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Dewleta Tirk ji bo têkbirina ewlehiya herêmê dixebite da ku herêmê ji ciwanan vala bike. Ji bo ku vê yekê pêk bîne ciwanan teşwîqî penaberiyê dike. Armanca wê çand, urf û adetên me tune bike."

Elî Îsa îşaret pê kir ku ew li pêşberî derfeteke dîrokî ne û wiha axaftina xwe dewam kir: "Divê em xwedî îrade û çandeke xurt bikin, ji ber ku em li pêşiya derfeteke dîrokî ne û divê em sûdê ji vê qonaxa ku em gihiştine bigirin. Divê em destûr nedin tu kesî ku îradeya me bişkîne. Divê em astengiyên li pêşiya xwe derbas bikin û bi hevgirtina xwe planên li dijî ewlehî û istiqrara herêmên xwe vala derxînin."

Elî destnîşan kir ku piraniya kesên ku difikirin penaber bibin, rewşenbîr in û got:" Ev yek dê bandoreke mezin li pêşeroja herêmê bike. Divê em li hember vê yekê bisekinin û kesên ku difikirin penaber bibin vegerînin rastiya xwe. Îro dewletên Ewropayê radighînin ku ew hewcedariya wan miloyonan ciwanan heye, ne ji ber ku ji wan hez dike, lê belê ji ber ku karker jê re pêwîst in. Her wiha Ewropa keda ciwanên me dixwe û divê ciwanên me vê yekê zanibin."

DEM HATIYE KU REWŞENBÎR BI PÊNÛSA XWE ŞER BIKE''

Endama rêveber a Nivîsgeha Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Zozan Bekî destnîşan kir ku dijminên wan hewl didin vîna wan bişkînin û çanda wan tune bikin û bi hemû rêbazan şerê wan dikin û aloziya ku tê re derbas dibin, li gorî xwe bi kar tînin.

Zozan Bekî wiha domand: "Armanc ji van şeran ew e ku hebûna me tune bike. Dem hatiye ku rewşenbîr bi pênûsa xwe şer bike, li şûna ku difikire  biçin derve. Divê Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna daxwazên ciwanan û rawestandina penaberiyê gavên cidî bavêje."

(dm)

ANHA