Rojnameyên erebî: Li Derayê agirbest

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa Dera ya Sûriyê û rûdanên li Iraq û Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: Li Derayê agirbest
29 tîrmeh, 2022   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI TEFESÊ YA BAŞÛRÊ SÛRIYÊ AGIRBEST’

Girêdayî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Komîteya Navendî ya Dan û Standinan li rojavayê Derayê bi Komîteya Ewlehiyê ya rejîma Sûriyê re duh piştî rageşiya hêzên rejîmê li derdora Tefes û Yadode çêbû û sewqiyatên leşkerî, li hev civiyan. Di encama rageşiyê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û 3 welatî jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên ji Komîteya Dan û Standinan a Navendî di civînê de lihevkirinek li ser agirbesta li herêmê çêbû û 2 kesên ji Tefesê ku rejîm wan dixwaze, derkevin. Li hember wê jî hêzên rejîmê ku sewqiyatên xwe yên leşkerî li derdora bajar bi cih kiribûn, vekişîn. Li kêleka wê jî hin karên keşfkirinê li hin nuqteyan bi beşdariya komên herêmê, rûspî û endamên komîteyê pêk bên da ku teqez bikin kesên rejîm dixwaze li bajêr tune ne.

Li bajarê Tefes û bajarokên Yadode û Mizêrîb ên rojavayê Derayê ya başûrê Sûriyê tevliheviyeke giştî heye. Ew yek jî piştî hêzên rejîma Sûriyê ji şeva çarşemê ve tevgerên leşkerî li herêmê zêde kirin, pêk hat."

‘NAKOKIYÊN SIYASÎ YÊN LI DERDORA MALIKÎ GEFAN LI JIYANA WÎ DIXWIN’

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Wêneyên serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî li ser medyaya civakî belav bûn ku çek rakiriye û parêzvanên nefermî li cihê wî yê li Herêma Kesk in ku parastina wî dikin. Di heman demê de agahiyên li ser tenduristiya wî hene. Lê aliyên iraqî texmîn kir ku agahiyên li ser nebaşiya tenduristiya wî rast bin. Ev jî tê wateya ku Malikî hîs kir ku hewayê siyasî yê ku ji wî re ji dema ragihandina encamên hilbijartinan ve li derdora wî çêbûye, li dijî kesayeta wî vegerî û gefan li jiyana wî dixwe. Ew yek jî piştî axaftinên Malikî ên li ser amadekariyên pêxistina şerekî navxweyî yê şîeyan pêk hat.

Serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr rê li pêş Malikî girt ku namzetekî nêzî xwe ji bo serokatiya hikumeta Iraqê hilbijêre, her wiha bi hezaran alîgirên wî şeva çarşemê ketin parlamentoya Iraqê. Bi wê yekê Çarçoveya Hemahengiyê xist pêşberî du vebijêrkan ku namzetekî xwe ji hundirê çarçoveyê hilbijêre û Sedr jî erê bike.

Lê çarçoveyê bi lez bersiv da Sedr ku namzetê wê Mihemed Şiya El-Sûdanî ye anku Malikî û yên li pêş wî rageşiya bi Sedr re hilbijart."

‘NY: DÊ ZÊDETIRÎ JI SEDÎ 60 YEMENÎ AZARÊN TUNEBÛNA EWLEHIYA XWARINÊ BIKIŞÎNIN’

Li ser rewşa Yemenê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) ya NY’yê hişyariyeke nû der barê tevliheviya xwarinê li Yemenê da û diyar kir ku ew texmîn dike ku 19 milyon kes azaran bikişînin anku ji sedî 60 ji welatiyan azarên tunebûna ewlehiya xwarinê îsal bikişînin. Ji wan jî 161 hezar di rewşa birçîbûnê de dijîn.

Li gorî detayên nû yên li ser rewşa mirovî, sedemên wê yekê gelek in; bandora şer, kêmbûna nirxê pereyê Yemenê, rêjeyên zêde yên bêkariyê, nebûna rêxistinekê yan jî tunebûna mûçeyên gelek karmendên xizmetguzariyê û hwd.”

(fr)