'Civata navneteweyî berpirsa êrişên Tirkiyê yên li ser jinan e'

Kongra Star a Şamê bi daxuyaniyê got, Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî berpirsên êrişên Tirkiyê yên li ser jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û bang li jinan kir ku li derdora şoreş û derkeftiyên xwe kom bibin û ji hêzên dagirker biparêzin.

'Civata navneteweyî berpirsa êrişên Tirkiyê yên li ser jinan e'
28 tîrmeh, 2022   18:53
ŞAM

Kongra Star ya  Şamê, bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker  ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û  hedefkirina sê fermandarên YPJ’ê û QSD’ê , Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya Mala Jin a taxa Zorava a Şamê, ji aliyê endama rêveber a Kongra Star, Mizgîn Yûsif ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya li hemberî van êrişan hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê hate gotin: “Dagirkeriya Tirk ji bo ku êriş û guhertina demografî pêk bîne bihaneyan derdixe, êriş ne tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê ne jî, bi armanca valakirina herêmê û guhertina demografiya herêmê.”

Di dewama daxuyaniyê de topbarana dewleta Tirk a li ser Zaxoyê hat şermezarkirin û têkildarî şehîdxistina sê fermandarên jin; Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan wiha hate gotin: "Em wek jinên Sûriyê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî bepirsên êrişên li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin. Em bang li hemû jinan dikin ku li hember dagirkeriya Tirk xwedî li şoreş, hêza xwe ya leşkerî û destkeftiyên xwe, derkevin. Piştî binketina Erdogan di pêkanîna êrişên li ser herêmê de, dest bi hedefgirtina jinên şervan ên ku bi qehremanî li dijî terorê şer kirin, kir."

Kongra Star a Şamê di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina xeta şehîdan da.

(mh)

ANHA