Qonaxa sêyemîn a pêşbirka `Nivîskarên Pêşerojê` dê bê lidarxistin

Pêşbirka `Nivîskarên Pêşerojê` di qonaxa xwe ya 3`emîn de ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hat ragihandin, li gorî komîteya amadekar heta niha hejmara zarokên ku navê xwe tomar kirine gihaştiye 200. Endamê komîteya amadekar got: “Asta zarokan gelekî baş e, wê bi saya wan pêşeroja me geş bibe.”

Qonaxa sêyemîn a pêşbirka `Nivîskarên Pêşerojê` dê bê lidarxistin
29 tîrmeh, 2022   07:05
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê pêşbirka `Nivîskarê Pêşerojê` ya zarokan a ku di sala 2020`an de cara yekemîn li dar xist, îsal qonaxa 3`emîn jê ragihand. Pêşbirk bi dirûşmeya “Şitla îro, dara sibe” bi armanca geşkirina çanda xwedinê û derxistina behreya zarokên nivîskar tê lidarxistin.

Pêşbirk li ser asta herêma Cizîrê hate organîzekirin, di nava xwe de 2 beşan digire; zarokên temenê wan di navbera 10-14 de, zarokên temenê wan di navbera 15-18 `an de . Bi zimanê kurdî û erebî ye.

Pêşbirka `Nivîskarên Pêşerojê` li ser sê qonaxa ye; hilbijartina pirtûkekê, bi devokê gotina naveroka wê pirtûka hilbijartî û herî dawî jî nivîsandina çîrokekê ji xeyalê wî/wê zarokê. Komîteya nirxandinê jî ku berhemên zarokan dinirxîne ji endamên Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîran û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê pêk tê.

Têkildarî nirxandina pêşbirkê di dewreya yekemîn û duyemîn de û armanc ji berdewamkirina wê pêşbirkê endamê Komîteya Amadekar a Pêşbirka `Nivîskarê Pêşerojê` Alan Ebdullah ji me re axivî.

Alan Ebdullah diyar kir ku armanca wan a giştî ji orgenîzekirina pêşbirkê ew e nepaşguhkirina behre û berhemên zarokan e. Bi rêya vê pêşbirkê hêza nivîsê li gel zarokan tê dîtin.

Li gorî komîteya amadekar daneyên tevlêbûna zarokan ji pêşbirka `Nivîskarên Pêşerojê` re wiha ne; di qonaxa yekemîn de hejmara gihaşt 100 zarokî, di ya 2`emîn de 50-60 zarokî lê zêde bûn, ya 3`emîn a îsal de hejmar gihaştiye zêdeyî 200.

Alan Ebdullah da zanîn ku di qonaxa 3`emîn de makanîzmeya pêşwazîkirina zarokan ji bo pêşbirkê guhertine û got: “Di her bajar û navçeyan de navendên çandê navên zarok ji dibistanan derbasî lîsteya pêşbirkê kir.”

Girêdayî sedema berdewamkirina vê pêşbirkê Ebdullah got: “Bi rêya pêşbirkê zarokê beşdar pir bi moral bûne, ji wan beşdaran 2 zarok komeçîrok derxistin, yek jî romanek nivîsiye, weke berhemên kesayetî pirtûk derxistine. Asta wan gihaştiye ku berhemên xwe çap dikin, em bi berhemên wan matmayî dimînin, li wir kêfxweşiyek derdikeve holê.”

Alan Ebdullah da zanîn ku dê xelatên zarokên serkeftî mîna qonaxên berê be, dê madî û manewî be û got: “Zarokên me li gorî derfetên ku ji wan re tê pêşkêşkirin, tevdigerin.Wê bi saya wan pêşeroja me geş bibe, wê ji me bêhtir karibin projeyên çandê li herêmê bipêşbixin.”

Zarokên ku navê xwe di lîsteya pêşbirka `Nivîskarên Pêşerojê` de tomarkirine, dê di 30`î Tîrmehê de dest bi qonaxa yekemîn bikin, di 8`ê Tebaxê de qonaxa 2`emîn û di 17`ê Tebaxê de berhemê xwe pêşkêşî komîteya nirxandinê bike. Di 27`ê Tebaxê de dê encamên pêşbirkê bê ragihandin.

ANHA