Sersaxî ji malbatên şehîd Qorşîn û Serdan hat xwestin

Şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên şehîd Serdar Hirco (Serdar) û Mihemed Hemî (Qorşîn) yên ku li Girê Spî dema erka xwe bi cih dianîn şehîd bûn.

Sersaxî ji malbatên şehîd Qorşîn û Serdan hat xwestin
28 tîrmeh, 2022   13:42
KOBANÊ

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî dan mablatên şervanên QSD'ê Serdar Hirco (Serdar) û Mihemed Hemî (Qorşîn) yên li Girê Spî li ser erkên xwe gihiştin asta şehadetê.

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û kesayetên siyasî yên herêma Firatê herikîn gundê Berbatan ê başûrê bajarê Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd Qorşîn re xwest.

Di bin konê sersaxiyê de deqeyeke rêz hate girtin. Piştre diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, "Bimire îxanet û dagirker" hatin berzkirin.

Piştre şêniyan berî da gundê Çarqelê yê rojavayê bajarê Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd Serdar re xwest.

Di merasîmê de diruşmeyên "Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin.

ANHA