​​​​​​​Mihemed Ebas: Ji bo rêgirtina li ber dagirkirina Iraqê divê piştgiriya gerîla bê kirin

Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê (P.K.N. K) berxwedana dîrokî ya gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker silav kir û got, ew berxwedan rê li ber dagirkirina tevahiya Iraqê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, girt.

​​​​​​​Mihemed Ebas: Ji bo rêgirtina li ber dagirkirina Iraqê divê piştgiriya gerîla bê kirin
28 tîrmeh, 2022   01:55
QAMIŞLO – KULSÛMA ELÎ

Artêşa Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsana 2021’an ve êrişên xwe yên qirkirin û dagirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Ruxmî  kuhemû cureyên çekan û teknîkên şer ên pêşketî bi kar tîne, lê ew negihişt armancên xwe û derbên pir giran ji aliyê gerîlayan ve dixwe.

Li gorî bîlançoya 3 mehan a ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihandiye, hezar û 129 çalakî hatine kirin, di encamê de hezar û 528 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 helîkopter, tank û gelek wesayîtên din hatin rûxandin.

Siyasetmedar û Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê (P.K.N. K) Mihemed Ebas, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide nasnameya kurdî tune bike û eger derfet bi dest wê bikeve dê tevahî Iraqê dagir bike.

Mihemed Ebas der barê planên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê de, wiha anî ziman: “Gelê Kurd bi berxwedana gerîla ya ku doza kurdî diparêze, li hember dagirkeriya Tirk disekine. Hikumeta Tirk bi planên xwe yên dagirkirina tevahiya Kurdistanê, dixwaze tevahiya Rojhilata Navîn jî dagir bike."

Ebas da zanîn ku ji 40 salan ve, ji bilî gelê Kurd ê ku bi hêzên gerîla li hember planên dagirkeriya Tirk şer dikin, tu kes nesekiniye.

Ebas axaftina xwe wiha domand: “Tirkiyê dixwaze bi rêya êrişên xwe nasnameya kurdî tune bike û gelê Kurd qir bike û qada dagirkeriya xwe zêdetir bike. Eger derfet bi dest wê bikeve  dê ne tenê Başûrê Kurdistanê, lê dê tevahî Iraqê dagirk bike da ku împratoriya Osmanî zindî bike.”

Ebas anî ziman ku siyaseta Tirkiyê ya dagirkirinê dê bi berxwedana gelê Kurd têk biçe û wiha pê de çû: “Divê gelê Kurd bizane ku ev şerê hebûnê ye, êrişên li dijî gerîla, li dijî tevahiya gelê Kurd in.”

Mihemed Ebas hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser tunebûna helwesteke cidî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk, rexne kir û got: “Heta niha hikumeta Başûrê Kurdistanê tu helwestên cidî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk nîşan nedaye. Êrişên li ser gelê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve nayê wê wateyê ku PDK’ê ji êrişan bêpar e, kengî Tirkiyê xwest ew ê êrişî PDK’ê jî bike.”

KOMKUJIYA ZAXO DERBEYEKE LI TEVAHIYA GELÊ IRAQÊ

Di 20’ê Tîrmehê de grûpeke geştyarên iraqî li navçeya DerKarê ya Zaxoyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve  hate hedefkirin, di encamê de 9 sivîl hatin qetilkirin û 22 jî birîndar in. Wek bertek û tolhildana komkujiyê, HPG’ê çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk anîn.

Ebas anî ziman ku hedefkirina welatiyên iraqî ji aliyê Tirkiyê ve derbeyeke li tevahiya gelê Iraqê ye, her wiha peyameke Tirkiyê ye ku ew ê projeyên xwe yên dagirkirinê li herêmê bidomîne.

Di dawiya axaftina xwe de Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanî, Mihemed Ebas, bang li partiyên siyasî kir ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bibin yek.

 (mh)

ANHA