Rejîma Îranê 2 jin darve kirin

Rejîma Îranê li parêzgehên Ûrmiye û Sine, bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ 2 jin darve kirin.

Rejîma Îranê 2 jin darve kirin
28 tîrmeh, 2022   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, li Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jina bi navê Soheyla Abidî (23) ku xelkê bajarokê Bîcar a Sine ye 7 sal beriya niha bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ a  mêrê ku ew di temenê 15 salî de bi darê zorê pê dabûn zewicandin, cezaya darvekirinê lê hatibû birîn.

Doh hêzên Îranê yên li girtîgehê Soheyla li girtîgeha Sine rakirin hucreya takekesî û ew darve kirin.

Di heman demê de li bajarê Ûrmiyê jina bi navê Feranek Biheştî xelkê bajaroka Tîkabê nêzî 5 sal beriya niha bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ a mêrê ku pê re dabûn zewicandin li girtîgeha Ûrmiyê hat darvekirin.

Ji aliyekê ve siyasetên dijî jin ên rejîma Îranê û ji aliyê din ve jî feraseta zilamsalarî û paşverûtiya di civakê de heyî, rê li ber cînayetên jinan vedike.