ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-07-2022
27 tîrmeh, 2022   23:00

-Şêniyên Dêrikê cenazeyê Ciwan Botan ê ku duh dema erka xwe bi cih dianî, di encama qezayekê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik vedişêrin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo şehîdên meha Tîrmehê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr tînin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê 11 şehîdan li navenda çandê bi bîr tîne, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê, êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar dike. Daxuyanî ku li ber avahiya Dadgeha Gel a bajarê Kobanê tê dayîn, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê (P.K.N. K) berxwedana dîrokî ya gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker silav kir û got, ew berxwedan rê li ber dagirkirina tevahiya Iraqê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, girt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Prof. Vıktor De Currea Lugo yê kolombiyayî diyar kir ku der barê şoreşa Rojava de ew şaş hatiye agahdarkirin û got "Ji bo min, ev yek bi rastî jî girîng e, ji ber ku kêmasiya agahiyan yan jî agahiyên şaş pêşî li destekê digire. Rojava qezenceke mezin e."

- Çalakvanê siyasî û parêzerê ji Siweydatyê Adil El-Hadî diyar kir ku hikumeta Şamê sedema şerên dawîn û bêaramiya parêzgehê ye ku hewl dide rewşa li parêzgehê vegerî mîna beriya 2011`an. El-Hadî diyar kir ku çareserî bi pêkanîna pergala demokratîk a nenavendî ye.

CÎHAN

- Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Mihemed Rebî El-Dîhî got, destwerdana Tirkiyê ya di karûbarên dewletên erebî de û dagirkeriya wê ya li Sûriyê û Iraqê astengiya herî mezin li pêşiya vegera têkiliyên Tirkiyê û dewletên erebî ye.

RAPOR

- Li Rojhilata Navîn ger û hedîtinên zêdê di navbera serokên dewletên herêmê de pêk tên. Dewletên Ereb lez didin ku têkiliyên normîlîzakirina bi Îsraîlê deynin û hewdanên ji bo çareserkirina krîza di navbera dewletên Kendavê û Îranê de hene. Lê çavdêran da zanîn ku li herêmê nexşeyeke siyasî ya nû tê avakirin.

JIN

- Çalakvanên tev li Fourma Şoreşa Jinan bûbûn diyar kir ku xebateke wiha pir girîng in, ji ber ku pirsgirêkên heyî çareser dike û valahiyan dadgirin. Her wiha ev forum wekî tecrubeyekê ku hêjaye beşdarbûn û destekdayînê wesif kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA