​​​​​​​Foruma Şoreşa Jinan: Di navbera ecibandin û rexneyan de

Çalakvanên tev li Fourma Şoreşa Jinan bûbûn diyar kir ku xebatekî wiha pir girîng e, ji ber ku pirsgirêkên heyî çareser dike û valahiyan dadgirin. Her wiha diyar kirin ku forum tecrubeyeke hêjayî beşdarbûn û destekdayînê ye.

​​​​​​​Foruma Şoreşa Jinan: Di navbera ecibandin û rexneyan de
28 tîrmeh, 2022   06:09
NAVENDA NÛÇEYAN

22 û 23`yê Tîrmehê, bi boneya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û pêş bixin”, Foruma Şoreşa Jinan li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Forum ji aliyê Kongra Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Akademiya Jineolojî, Yekitiya Jinên Suryan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ve hate birêxistinkirin. Forum li ser asta Rojhilata Navîn bi beşdarbûna jinên siyasetmedar, akademîsyen ên ji Sûriyê û derveyî wê pê hat û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Ji beşdarên forumê, endama Meclisa Jinan a Sûriyê, çalakvana sivîl a ji bajarê Nebek ê gundewarê Şamê Yasîm El-Eynîyê anî ziman ku di forumê de destkeftiyên jinên Sûriyê yên di nava 10 salên dawî de hatin nîqaşkirin û got: "Di vê qonaxê de jin bi xurtî tê koşiya. Têkoşîna jinan ne nû ye, lê berdewama têkoşîna dîrokî ya kevnare ye."

Yasmîn da zanîn ku di dirêjahiya 10 salên şoreşê de rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan girîngî dan kar û barên jinan, da ku bi awayekî mezintir destekê bidin doza jinan.

Her wiha got, di fourmê de mijarên wekî beşdarbûna jinan di siyaset û civakê de hate nîqaşkirin, nirxandinên girîng hatin pêşkêşkirin ku dikarin rola jinan xurttir bikin û hemû jinên sûrî bigirin nav xwe.

' ŞAŞTIYAN SERERAST DIKE Û VALAHIYAN DADIGIRE'

Çalakvan Şîfa Sewan a ji Şamê diyar kir ku ev foum pir girîng bû ji ber ku şaştiyan sererast dike, valahiyên heyî dadigire û pirgirêkên heyî çareser dike.

Şîfa Sewan der barê lidarxistina fourmên wiha de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Tiştekî xweş e ku ji hemû rêol û mezhebên Sûriyê jin li holekê bicivin û li ser xalên taybet bi hemû jinên sûrî û cîhanê re li hev bikin."

Her wiha ev forum wekî tecrûbeyeke pêşeng ku hêjayî beşdarbûn û piştevaniyê ye, wesif kir.

Di heman demê de Şîfa Sewan anî ziman ku sînordarbûna zimanê xîtabê ku Sûriyê bi giştî vehewîne wekî pirsgirêkeke biçûk nîşan da û rexne. Her wiha got: "Yekkirina nêrîna jinên ji tevahî etnîk û mezheban di nameyekê de, ji bo jinan piştgiriyeke ku jin ji xwe hez dike, dikare li gorî xwesteka xwe rewşekê biafirîne. Ev yek bi xwe re aştî û istiqrarê diafirîne û ji bo dema bê avakirinê pêk tîne."

Şîfa Sewan bal kişand ser rola mezin a jinan di dirêjahiya 10 salên şoreşê de û guhartin ku di fikrê wê de çêbûye ku hebûna xwe nas kir.

Ji bajarê Helebê Heyfa Hesen tev li fourmê bûbû got, diviyabû forumeke wiha li dar biketa ne tenê li ser asta Sûriyê, lê belê li ser asta Rojhilata Navîn û wiha dewam kir: "Ev yek di beşdarbûna jinên enteryonalîst ji vê fourmê re hate xuyakirin. Di pêvajoya deh salên derbasbûyî de şoreşê gelek destkeftî qezenc kirin û di nav de jî Şoreşa Jinan hate lidarxistin."  

Heyfa Hesen destkeftiyên Şoreşa Rojava bi bîr anî û got: "Qanûnên taybet bi jinan bi serê xwe şoreşeke, her wiha sîstema hevserokatiyê û jineolojiya ku niha li dibistanan wek meteryalekê tê dayîn û şoreşeke."

Heyfa Hesen diyar kir ku bi saya van fouman destkeftiyên şoreşê, têne parastin û wiha axivî: "Di heman demê de em bi rêya van foruman jinên şoreşger ên cîhanê tev li vê modelê dikin û belav dikin. Li aliyekî din jî astengiyên ku derdikevin pêşberî pêşketina şoreşê nîqaş dikin û çareseriyê jê re peyda dikin."

Heyfa Hesen di dawiyê de got: ''Şoreş bê sînor e û Şoreşa Rojava jî şoreşa mirovahiyê û rizgarkirina jinan e. Li ser vê yekê em ê tê bikoşin û hemû jinan tev li tecrûbeya xwe bikin ku ji pirsgirêkên jinan re bibin hêz û bersiv.''

(eh)

ANHA