​​​​​​​Li Qamişlo semînerek bi navnîşan “Asoyên çareseriya kirîza Sûriyê û zehmetiyên wê”

Îro Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê semînerek bi navnîşan “Asoyên çareseriya kirîza Sûriyê û zehmetiyên wê” li dar xist. Semîner ji aliyê koordînatorê giştî yê Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyê, Xiyas Naîsa ve, li Parka Xwendinê ya Qamişlo hate birêvebirin.

​​​​​​​Li Qamişlo semînerek bi navnîşan “Asoyên çareseriya kirîza Sûriyê û zehmetiyên wê”
27 tîrmeh, 2022   20:24
QAMIŞLO

Di semînerê de endamên partiyên siyasî û Meclisa Sûriya Demokratîk û gelek rewşenbîr, beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2022/07/27/192613_img_9772.webp

Di semînerê de koordînatorê giştî yê Şepêla Çep a Şoreşger a Sûrî, Xiyas Naîsa der barê bûyerên ku ji 2011’an ve li ser Sûriyê de derbas bûne, wiha axivî: “Gelek forum hatin avakirin, lê ev forum, bi navê dewletên ku sponseriya wan kiriye, xwe birêve birin. Yek jê platforma Qahîreyê. Her wiha gelek kombûnên  demokratîk ên sûrî jî wek Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser ava bûn ku xwedî li stratejiyeke nû derket da ku ewlehî li herêmê misoger bibe. Ruxmî wê jî bêdengiya navnetweyî li hember van bûyeran berdewam e mîna ku tiştek li vî welatî rû nade.”

Xiyas Naîsa diyar kir ku di dema niha de dewletên ku destwerdana Sûriyê kirine, di nav xwe de lihevkirinan bêyî ku nûnerên rastîn ên Sûriyê hazir bin, pêk tînin.

Naîsa her wiha behsa helwestên dewletên ku di Sûriyê de destwerdan kirine di serî de dewleta Tirk û gefên wê yên bênavber li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir.

Piştre, beşdaran mijarên di semînerê de hatine bibîrxistin, nîqaş kirin.

(mh)

ANHA