Şêniyên Kobanê şehîd Serdar û şehîd Qurşîn oxir kirin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê şehîd Serdar û şehîd Qurşîn li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmeke biheybet oxir kirin.

Şêniyên Kobanê şehîd Serdar û şehîd Qurşîn oxir kirin
27 tîrmeh, 2022   12:40
KOBANÊ

Di merasîmê de bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û kesayetên ji partiyên siyasî amade bûn.  Şehîd Serdar Hereco (Serdar) û şehîd Mihemed Hemê (Qurşîn) dema li ser erka xwe ya leşkerî li rojavayê kantona Girê Spî bûn, şehîd bûbûn.

Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef axivî û soza tolhildanê û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

El-Xelef wiha got: "Dagirkeriya Osmanî rojane komkujiyan li dijî welatiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Berjewendiyên Erdogan berdewam in, dixwaze guhartina demografîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne û bi vê yekê împaratoriya xwe ya Osmanî vegerîne."

Riyad El-Xelef di dawiya gotina xwe de soza tolhildanê da û her wiha soz da ku ew ê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî li ser pêyan bin.

‘ŞEHÎD XETA AZADIYA GELAN IN’

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto wiha got: "Şehîd xeta azadiya gelan in û em heta dawiyê li ser şopa wan in. Ew xeta şeref û rûmetê ye. Em ê heta jiyaneke azad û birûmet li ser vê xakê tê bikoşin.”

Îto wiha berdewam kir: "Şehîd yên yekane ne ku li hember xeta îxanetê disekinin. Dema ku em tê re derbas dibin pir hestiyar e. Dema bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê ye. Ji ber wê ew hewl didin nasnameya me ji nû ve biçewisînin û vîna me têk bibin. Lê belê ev xak bi hemû hêza xwe dê li hember wan bisekine û careke din bêdengiyê qebûl nake."

Her wiha hevseroka Meclisa Navçeya Şêran Lutfiye Silêman li ser navê Kongra Star axivî û wiha got: "Şehîdên me zarokên xwe ji bo me, ji bo aştiya me hiştin. Divê em jî li pêş dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide me bi rêya ajanên xwe tune bike, radest nabin. Dema hatiye ku gel gotina xwe li hember dewleta dagirker bike."

Lutfiye Silêman bang li ciwanan kir ku rêya koçberiyê berdin, ji ber ev xaka bang li wan dike, ew ji hêla dijminên mirovahiyê ve dorpêşkirî ye û ji bilî welatiyên wê kes nikare vê dorpêçê bişikîne.

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA