AFP: Li dijî konsolosxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê êrişa moşekan hat kirin

Çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku şeva din li dijî konsolosxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê ya bakurê Iraqê bi 4 moşekan êriş hate kirin. Ev yek piştî çend rojan ji Komkujiya Zaxoyê ya dewleta Tirk kiriye, tê.

AFP: Li dijî konsolosxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê êrişa moşekan hat kirin
27 tîrmeh, 2022   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamanter û çavkaniyekî ewlehiyê ji AFP`ê re ragihand ku şeva din derdora konsolosxaneya dewleta Tirk ya li bajarê Mûsilê yê bakurê Iraqê bi 4 moşekan hat hedefgirtin, di encamê de ziyanên madî li taxê çêbûn.

Ev êriş piştî çend rojan ji Komkujiya dewleta Tirk li Zaxoyê kiriye, pêk tê ku di encamê de 9 kes hatibûn qetilkirin, 23 kesên din jî birîndar bibûn.

Li ser wê yekê Iraqê bang li Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji axa wan vekişîne. Her wiha gazî berpirsê bar û barên Enqereyê kir û ew yek wekî binpêkirina serdestiya Iraqê hesiband.

çavkaniyekî ewlehiyê ku nexwest nasnameya xwe esker bike ji AFP`ê re ragihand ku 4 hawan li derdora konsolosxaneya Tirkiyê ya li devera El-Hedba ya Mûsilê ketine û tenê ziyanên madî çêbûn."

Parlamenê parêzgeha Nînovayê Şêrwan Doberdanî jî piştrast kir ku 4 moşek li derdora konsolosxaneyê li devera apartmanên El-Hedba ya bakurê Mûsilê ketine û di encamê de ziyan gihiştiye hejmarek erebeyên welatiyan."