​​​​​​​Di girtîgehên dewleta Tirk de di 3 mehan de 13 girtî hatin qetilkirin

Li gorî rapora 3 mehan a Komeleya Mafê Mirovan di girtîgehên dewleta Tirk de 13 girtî hatin qetilkirin û li gelek girtiyan jî îşkence hatiye kirin.

​​​​​​​Di girtîgehên dewleta Tirk de di 3 mehan de 13 girtî hatin qetilkirin
27 tîrmeh, 2022   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a şaxa Enqereyê, Rapora Şopandina Binpêkirna Mafan ên di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de li Girtîgehên Herêmên Anatoliyaya Navîn a Tirkiyê qewimîne, li avahiya xwe bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Li gorî raporê di 3 mehan de li girtîgehan herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest daye, ji van 13 kesan 5 kes girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar bûne, 4 girtî jî bi awayên biguman jiyana xwe ji dest daye û tê gotin ku 4 girtiyan jî xwe kuştiye. Li gorî raporê di van her sê mehan de 76 kesan ji bo girtîgehên herêma Anatolyaya Navîn, 14 kesan jî ji bo girtîgehên din bi giştî 90 kesî serlêdana binpêkirina mafên xwe kiriye.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji 30’ê Hezîrana 2022’yan bi şûnde 283 hezar û 455 hikumxwar û 38 hezar 738 girtî, bi giştî 322 hezar 187 girtî û hikumxwar hene.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DIDOMIN

Di raporê de cih dan grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê jî. Li gorî raporê niha li Girtîgeha T ya Afyonkarahisarê, Girtîgeha F ya Boluyê, Girtîgeha T ya Sûngûrlû ya Çorûmê, Girtîgeha Sîncanê û Girtîgeha Jinan a Sîncanê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê dewam dikin. Di raporê de behsa rojiya mirinê ya Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim jî hat kirin.

HERÎ KÊM HEZAR Û 500 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE

Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên ÎHD’ê herî kêm 651 jê girtiyên rewşa wan xedar, bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li girtîgehên Anatoliyaya Navîn herî kêm 29 girtî bi binpêkirina mafê tenduristiyê re rû bi rû mane. Di raporê de hat destnîşankirin ku tedawiya diranan a girtiyan tê astengkirin û girtî kelepçekirî sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Di raporê de hat gotin ku mafê tenduristiya girtiyan bi hincetên’’bijîşk nîn e” nayê kirin û rêveberiyên girtîgehan dermanên bi rapor asteng dikin ku girtî werbigirin.

Li gorî raporê di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê yên 2022’yan de li girtîgehên Herêma Anatolyaya Navîn 15 girtî bi îşkenceyê re rû bi rû mane.