Bexdayê bang li NY`yê kir: Divê hêzên Tirkiyê ji xaka Iraqê bên derxistin

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku biryarekê, li ser wê biryarê Tirkiyê hêzên xwe ji teahî xaka Iraqê vekişîne.

Bexdayê bang li NY`yê kir: Divê hêzên Tirkiyê ji xaka Iraqê bên derxistin
27 tîrmeh, 2022   08:59
CÎHAN – ROJHILATA NAVÎN

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên di rûniştina Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de got: "Artêşa Tirkiyê dijminahî anî ser xak û serweriya Iraqê û jiyana welatiyên Iraqê. Beriya niha jî Iraqê li ser binpêkirinên wê 296 peyamên protestoyê pêşkêşî Tirkiyê kirine."

Fûad Hisên da zanîn ku di encama êrişa dewleta Tirk ya li ser seyrangeha Perex ya parêzgeha Dihokê, 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da, ku yek ji wan zarok bû û 33 sivîl jî birîndar bûn. Ev êrişeke leşkerî li dijî serweriya Iraqê ye û li ser aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî gef e."

 Fûad Hisên banga derxistina biryareke lezgîn kir, ku Tirkiyê neçar bike hêzên xwe yên leşkerî yên dagirker ji tevahî axa Iraqê vekişîne û got: “Tirkiye her wiha îdia dike ku lihevkirinek bi Iraqê re heye ku hêzên Tirkiyê xwe li xaka Iraqê bi cih bikin.”

Nûnera Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Jeanîne Hennîs-Plasschaert diyar kir alî ji lêpirsîneke hevpar re amade ne. Nûnera NY diyar kir Tirkiye jî amade ye “Tevî Iraqê pirsgirêkê binirxînin.”

Jeanîne Hennîs-Plasschaert diyar kir di êrîşê de 3 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, 33 kes birîndar bûne, 11 birîndar jî hatine ameliyatkirin û rewşa sê birîndaran jî giran e.

Jeanîne Hennîs-Plasschaert bi bîr xist ku PKK’ê piştî êrîşê daxuyanî daye ku hêzên wan li wir tune.

Jeanîne Hennîs-Plasschaert diyar kir ku vê êrîşa li ser herêma tûrîstîk li hemberî hiqûqa mafên mirovan ku sivîlan diparêze bêhurmetiyeke mezin e û got “Bidawîkirina êrîşên li ser Iraqê gelekî girîng e. Ev êrîş aloziya li herêmê zêdetir dike û di heman demê de dibe sedema trajediyên giran.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de gotibû endamên wê bi tundî êrîşa li parêzgeha Dihokê ya Iraqê ya 20'yê Tîrmeha 2022`an şermezar dikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî roja sêşemê tekez kir ku daxuyaniya Konseya Ewlehiyê piştevaniya helwesta Iraqê dike, di heman demê de amaje bi wê yekê jî kir ku ew daxuyaniya yekem e ji vî rengî.

Berdevkê Wezaretê Ehmed El-Sehaf jî ji ajansa nûçeyan a Iraqê (WAI) re ragihand: "Daxuyaniya Konseya Ewlehiyê ya şermezarkirina êrîşa li ser serweriya Iraqê, di çarçoveya rêze binpêkirinên Tirkiyeyê yên li ser serwerî û ewlekariya Iraqê de ev yekemîn e."

Paralamenterê Îtîlafa Dewleta Yasa Mihemed El-Sihyûd jî anî ziman ku parlamentoyê di civîna xwe de biryar daye ku di zûtirîn dem de qanûnekê derbixe da ku hêzên Tirkiyê ji xaka Iraqê derxîne.

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Zaxoyê û komkujiya hatî kirin ji aliyê rayedarên Iraqî, Ereb û rojavayî ve rastî bertekên tund hat. Hemû hêzên siyasî yên Iraqê ji bilî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bang li hikumeta Iraqê kirin ku tedbîrên bibandor ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê bigire û helwesta lawaz ya hikumeta El-Kazimî şermezar kirin.