Şêniyên Til Zîwan: Berxwedana me hewldanên dewleta Tirk val derdixe

Şêniyên gundê Til Zîwan ê Qamişlo yê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate topbarankirin, destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk ew e ku çeteyên DAIŞ'ê zindî bike û şêniyan koçber bike. Her wiha got: "Berxwedana me hemû hewldanên wê vala derdixe."

Şêniyên Til Zîwan: Berxwedana me hewldanên dewleta Tirk val derdixe
27 tîrmeh, 2022   09:01
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker roja 25'ê Tîrmehê di saetên êvarî de gundê Til Zîwan ê dikeve rojhilatê bajarê Qamişlo topbaran kir.

Şêniyên gund nêrînên xwe bi ajansa em re parve kirin. Şêniyan diyar kirin ku armanca Tirkiyê ji van êrişan eşkere ye ew ku şêniyan ji warê wan bide koçberkirin.

Şêniyê bi navê Ferhan Hemze behsa plan û armancên dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan û got, armanca dewlata Tirk wekî armanca dewleta Osmanî ye, dixwaze êrişî herêmê bike, ji vir û heta Mûsilê dagir bike û şêniyên wê bide koçberkirin.

Ferhan Hemze anî ziman, ev ne cara yekemîn e  ku dewleta Tirk gundên tijî şênî dike hedef.

Mihemed Şerîf Lewend  jî destnîşan kir ku Tirkiyê bi van êrişan hewl dide herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mînak in.

Şerîf da zanîn ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û got: "Em li vir mezin bûn û em ê li vir bimirin."

Ciwan Mihemed îşaret pê kir ku berxwedana şêniyan li hemberî dagirkeran bendeke û wiha pê de çû: "Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê zêde dibin, bi berxwedan û sekna xwe em li hemberî hemû hewldan û êrişên wî dibin bend."

Ciwan Mihemed destnîşan kir ku armanca Tirkiyê vejandina çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye da ku ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe û demografiya wê biguhere.

 

Mihemed her wiha îşaret pê kir ku şênî amade ne li eniyên pêşî li hemberî artêşa Tirk a dagirker bisekinin û got: "Bi îrade û îsrara me wê serekftin para me be."

Hêjaye bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk di sala 2021'ê de gelek caran êrişî gundê Til Zîwan kir.

ANHA