Dîmenê çalakiya li dijî qereqola Sîrê hat weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya li dijî qereqola Sîre ya artêşa Tirk a dagirker ku di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin, weşand.

Dîmenê çalakiya li dijî qereqola Sîrê hat weşandin
27 tîrmeh, 2022   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî da:

“Di 10’ê Gulanê de qereqola Sîre ya artêşa Tirk a dagirker ku di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de ye, ji aliyê hêzên me ve hate hedefgirtin û bi çekên giran hate derbkirin. Di encama çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin.”