Gelo bidawîbûna aloziya siyasî ya Iraqê nêz bûye?

Piştî ku Çarçoveya Hemahemgiyê namzetê xwe eşkere kir, êdî çavê iraqiyan li aliyê kurdî ye. Ji ber ku bêyî hilbijartina serokkomar hikumet ava nabe. Lêkolînerekî iraqî dûr dibîne ku aliyên kurdî namzetên xwe li parlamantoyê diyar bikin û dibêje: “Sedema wê jî ew e ku windahiyeke tekûz a PDK`ê ye.”

Gelo bidawîbûna aloziya siyasî ya Iraqê nêz bûye?
27 tîrmeh, 2022   06:48
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

Wekî gava destpêkê ji bo bidawîkirina aloziya siyasyî ya li Iraqê, Çarçoveya Hemahengiyê namzetê xwe ji bo posta serokwezîrtiyê diyar kir. Lê kelema herî mezin serokkomar e ku heta niha aliyên kurdî der barê wî de negihiştine lihevkirinekê.

Roja duşemê Çarçoveya Hemahengiyê Mihemed Şeya El-Sûdanî ji bo serokwezîrtiyê hilbijart.

Roja sêşemê jî Çarçoveya Hemahengiyê komîteyek ji bo diyarkirina nameztên posta serokê hikumetê ava kir. Komîte ji Sekretêrê Giştî yê Esayib Ehil El-Heq Qeys Xez Elî, serokê Tevgera Hikmê Emar El-Hekîm, serokê Meclisa Bilind Humam Hemûdî û Nûnerê Hizba Fedîla Ebidulsada El-Firêhî pêk tê.

EL-SÛDANÎ KÎ YE Û GELO DÊ WERE PEJIRANDIN?

Mihemed Şeya El-Sûdanî ji bajarê Bexdayê ye, sala 1970'î ji dayik bûye, bavê 4 zarokan e. Bawernameya bakaloriya ji Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Bexdayê wergirtiye, her wiha bawernameya master di rêvebirina projeyan de wergirtiye. El-Sûdanî serokê Tevgera El-Firateyn e û hejmarek endamên wê di parlamantoyê de hene. Beriya niha jî rêveberekî sereke di Partiya Dawa-Rêxistina Iraq ya di Hevbendiya Dewleta Yasa de bû. El-Sûdanî di hikumetên berê de gelek erk werigirtin û ev cara sêyemîn de di parlamantoyê de cih digire. El-Sûdanî herî dawî bi navê blokeke serbixwe anku "Tevgera El-Firateyn" beşdarî hilbijartinên parlamantoyê bû ku di Cotmeha 2012'an de pêk hat. El-Sûdanî ji kesên ku navê wî wekî rêberên xeta duyemîn di Çarçoveya Hemahengiyê de ne, tên nasîn.

Lêkolînerê iraqî yê karûbarên siyasî Nebîl Cebar El-Elî ji ajansa me re axivî û got: "Hilbijartina El-Sûdanî wekî namzetên pêşîn ên Çarçoveya Hemahengiyê ji bo posta herî bilind li Iraqê ye. Hilbijartina El-Sûdanî ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve, wekî encama mekanîzmeya ku ji bo namzetî û dengdana postên bolkên siyasî hatiye danîn e. Dibe ku hilbijartina El-Sûdanî li gorî namzetên din ên xetên yekemîn û duyemîn ên Çarçoveya Hemahengiyê ya herî zêde ku were qebûlkirin. Ji ber ku El-Sûdanî kesayeteke xwedî giranî ye û di aliyê siyasî de nerm e. Heman demê mêrekî burokratek e ku ji nîvê salên notî ve gelek wezîfe girtiye."

Têkildarî mijara ku namzetiya El-Sûdanî diyarker e an na, El-Elî ev tişt anî ziman: "Em nikarin hilbijartina El-Sûdanî ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve wekî mijareke diyarker nîşan bidin, lê em dikarin ragihandina navê vî namzetî wekî gaveke fermî nîşan bidin. Beriya diyarkirina namzet, serokkomar tê hilbijartin, piştre bloka herî mezin îmzeyên parlamanterên xwe pêşkêş dike, parlamenterên bloka siyasî ya herî mezin navê namzetê xwe yê ku dê hikumetê di nava mehekê de ava bike, diyar dike û hikumet ji aliyê parlamatoyê ve tê erkdarkirin. Bi wateyek din, dibe ku herî zêde du meh hikumet were avakirin, heger ku li pêşberî me astengiyên din dernkevin."

Ji Çarçoveya Hemahengiyê tê xwestin ku namzet El-Sûdanî pêşkêşî parlamantoyê bike beriya ku erkê werbigire. Ev girtekeke nabe ku bêyî wê meclisa serokkomariyê were avakirin. Li gorî destûra Iraqê hilbijartina vê meclisê jî gava pêşîn ava hilbijartina serokê hikumetê ye, serokkomar namzetê bloka siyasî ya herî mezin di parlamantoyê de ji bo avakirina hikumetê erkdar dike.

El-Elî anî ziman ku Çarçoveya Hemahengiyê bi ragihandina namzetiya El-Sûdanî lez bide çareserkirina xitimîna siyasî û girêdana xwe bi çareserkirina dosyaya namzetiyê ve nîşan bide ku bihêle aliyên din dosyaya hilbijartina serokkomar çareser bikin.

Têkildarî armancên Çarçoveya Hemahengiyê ji vê gavê, lêkolînerê siyasî Nebîl Cebar El-Elî got: "Dibe ku armanca ji vê yekê ew be ku bihêle hêzên din kesayetên nerm ên ku di qada siyasî û civakî de tên qebûlkirin, anku yên dûrî nakokiyan diyar bikin."

Tevî vê gavê, lê bêyî çareserkirina dosyaya serokkomar alozî çareser nabe, ji ber ku ev dosya kilîta bidawîkirina aloziyên din e.

Tevî ku 9 meh di ser hilbijartinên parlamantoyê re derbas bûne, lê hîna hêzên siyasî yên iraqî têkildarî hilbijartina serokkomar û avakirina hikumeta nû li hev nekirine.

Çarçoveya Hemahengiyê ragihandibû ku dê vê hefteyê rûniştineke nû ya parlamantoyê li dar bikve û dê dosyaya serokkomar û serokwezîrtiyê werin çareserkirin.

Aliyên siyasî yên iraqî eşkere kirin ku lihevkirinên derbarê avakirina hikumetê de gihiştine qonaxên pêşketî.

ALIYÊN KURDÎ TECRÛBEYA 2018'AN DUBARE NAKIN!

Parlamentoya Iraqê sê caran di avakirina hikumetê de bi bin ket. Ev yek aloziya siyasî kûrtir kir, ji ber ku bêyî hilbijartina serokkomar dê serokwezîr neyê hilbijartin û hikumeta nû neyê avakirin.

Sedemên van binkeftinan ew e ku aliyên Çarçoveya Hemahengiyê  beşdarî sê rûniştinan nebûn, her wiha PDK'ê bi israr e ku namzetê wê bibe serokkomar, lê Çarçoveya Hemahengiyê vê yekê red dikin û destekê dide namzetê YNK'ê.

Tevî hevbendiya stratejîk a di navbera herduyan de lê, PDK'ê ji encamên hilbijartinên dawî derfetekê dibîne da ku desthilatê di navbera xwe û YNK'ê de parve bike.

Ji bo çareserkirina nakokiyên herdu aliyên kurdî (PDK, YNK) civîn hatin lidarxistin da ku her du alî bi yek namzetî biçin meclisa parlamentoya Iraqê.

Têkilîdar erga ku her du aliyên kurdî li ser namzetekî li hev bikin an jî bi du namzetan biçin parlamantoyê El-Elî vebijêrka duyemîn a ku her du alî bi du namzetan biçin parlamentoyê dûr xist û got: "Dûre ku tecrûbeya 2018'an dubare bibe. Sedem jî ew ku vebijêrka her du alî bi du namzetan biçin parlamentoyê ji bo PDK'ê xisareke tekûz e. Dibe ku PDK'ê kaxeza diyarkirina namzetê xwe wekî zextekê li ser hêzên siyasî bi kar bîne da ku qezenciyên din ên siyasî bi dest bixîne. Dîsa jî namzetê YNK'ê yê herî bi şans e, piştî wî dadwerê serbixwe Rizgar Mihemed Emîn wekî namzetên herî sereke ji bo serokkomariyê tê."

El-Elî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Tevgera Sedr ji vê yekê û got: "Di piratîkê de Tevgera Sedr ji beşdariya siyasî ya bi bandor dûr e. Lê îhtîmal e ku hewl bide derfetekê bi kar bîne da ku siyasetmedarên dijberî xwe bi hêrs bike. Dibe ku Sedr pişta xwe bide gel û destekê xwepêşandanan."

ALIYÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ HEWL DIDIN IRAQÊ ARAM BIKIN

Ne tenê nakokiyên aliyên siyasî yên iraqî sedema aloziya siyasî ne, lê sedemên derve jî hene ku bi awayekî rasterast girêdayî dewletên ku destwerdanê li kar û barên Iraqê dikin e. Her dewletek hewl dide ajnîdeyên xwe li herêmê pêk bînin û destekê dide aliyekî li ser hesabê aliyên din.

Çavdêr dibêjin, di gera dawî ya serokê Amerîkayê Jeo Biden a ji bo herêmê de, Iraq bi xurtî di rojeva wî de bû, ne ji ber ku xetelek girîng li hemberî Îranê ne wekî ku DYA û Îsraîlê dibînin, lê ji ber bandorên wê yên xeter e ku tevliheviya li Iraqê bandorê li dewletên derdorê bike.

Girêdayî rola dewletên herêmê û navneteweyî di derengxistina çareserkirina aloziya siyasî ya Iraqê de, lêkolîner Nebîl Cebar El-Elî wiha got: "Texmîn dikim ku rola herêmî û navneteweyî bi parastina destkeftiyan sînordar e. Daxwaza aliyên herêmî û navneteweyî ew e ku nakokiyên navxweyî yên li Iraqê kêm bikin. Aramkirina rewşa Iraqê sernavê qalind ê hêzên herêmî û navneteweyî yên taybet bi Iraqê ne."

ANHA