ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-7-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-7-2022`YAN
26 tîrmeh, 2022   23:00

Kombûna Jinan a Zenûbya ya herêma Cizîrê li rojavayê Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke protestoyî li dar dixe saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle Kobanê vedişêrin saet di 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo bîranîna cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Ferhad Şiblî di 40 rojên şehadeta wî de merasîmek li Goristana Şehîd Xebat Dêrik li dar dixe saet di 18:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîrarz Hemo bêdengiya dewletên garantor di serî de Rûsya ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar ki û got, nêzî baregehên wan û li ber çavê wê sûc têne kirin. Şîraz Hemo anî ziman ku Tirkiyê nikare îradeya gelê Şehbayê yê berxwedêr bişkîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên gundê Til Zîwan ê Qamişlo yê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate topbarankirin, destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk ew e ku çeteyên DAIŞ'ê zindî bike û şêniyan koçber bike. Her wiha got: "Berxwedana me li hemberî hemû hewldanên wê bendeke."Hemîd El-Ebid diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna Rûsya ya bê bandor a li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê red dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 72 saetên dawî de 31 gundên bakurê rojavayî kantona Hesekê topbaran kirin. Di van êrişan de cihên niştecihan, navendên giştî û derdora baregeha Rûysayê bi 458 guleyan obîsan hatin hedefkirin. Di encamê de 9 welatî birîndar bûn. Her wiha leşkerekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 3 şervanên Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî birîndar bûn. Heman demê ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx û rûspiyên eşîrên herêma Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê bi taybet komkujiya Zaxo şermezar kirin. Her wiha teqezî bi pêwîstiya yekbûna êlên Iraq û Sûriyê ji bo sekna li hember êriş û tawanên dagirkeriya Tirk jî kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Nûnerê êla Şerabîn li Sûriyê Sabit Cewher li ser binpêkirina xaka Iraqê û gelê wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve heke tu helwesteke tund li hember êrişên wê nîşan neda, hişyarî da û got: "Dewleta Tirk armanc dike herêmên zêde ji Iraq û Sûriyê dagir bike ku Osmaniyê vegerîne."(BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya biryara rewşa awarte de ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê bi hevkariya şêniyên zêdetirî 200 jêrzemîn amade kirine, li derdora gund xendeq kolandine û şikeft paqij kirine.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Welatiyên Iraqê yên ji bo betlaneyê ji Mûsilê çûbûn Zaxoyê, li seyrangeheke li nêzî gundê Perex ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin. Tevî pitika yeksalî Zehra û hin zarokên din jî, 9 kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn.(BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

Çandina garis di sala xwe ya duyemîn de di aliyê rûbera çandinê, destekdayîna cotkaran û amadebûna Şîrketa Pêşxistina Çandinî de ji bo kirîna berheman bi nirxên baş, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê baş bi pêş dikeve.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Piştî ku Çarçoveya Hemahemgiyê namzetê xwe eşkere kir, êdî çavê iraqiyan li aliyê kurdî ye ku bêyî hilbijartina serokkomar hikumet ava nabe. Lêkolînerekî iraqî dibêje: "Dûr e ku aliyên kurdî namzetên xwe li parlamantoyê diyar bikin, sedema vê yekê biçûk e ew e ku bi teqez ji bo PDK'ê windahiyek e."(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA