Li herêma Efrînê jêrzemîn û şikeft hatine amadekirin û xendeq hatine kolandin

Di çarçoveya rewşa awarte de ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê bi hevkariya şêniyan zêdetirî 200 jêrzemîn amade kirine, li derdora gund xendeq kolandine û şikeft paqij kirine.

Li herêma Efrînê jêrzemîn û şikeft hatine amadekirin û xendeq hatine kolandin
27 tîrmeh, 2022   06:51
ŞEHBA- XANDÎ ELO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna êrişên nû yên dagirkirinê li ser herêmê, di 6'ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihand.

Di çarçoveyê biryara rewşa awarte de, Desteya Şaredariyan ya Herêma Efrînê amadekariyan dike.

JI BO PARASTINÊ JÊRZEMÎN HATIN AMADEKIRIN

Li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve gafên dagirkirinê lê tên xwarin, şênî li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşger xwe bi rêxistin dike û amadekariyan dike.

Di vê çarçoveyê de Desteya Şaredariyan bi hevkariya şêniyên navçeyê zêdetirî 200 jêrzemîn amade kirine.

Hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê Fayîq Ehmed ji ajansa me re axivî û got: "Ji du mehan ve dewleta Tirk a dagirekr gefên êrişan li ser herêmê dixwe, li ser vî esasî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand. Em jî di Desteya Şaredariyan de me li gorî rewşa awarte dest bi kar kir."

LI GUNDAN XENDEQ HATIN KOLANDIN

Gundên navçeya Şêrawayê yên li beramberî eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker re ji 4 salan ve tên topbarankirin. Bi destpêkirina gefên Tirkiyê re Desteya Şaredariyan dest bi kolandina xendeqan li gundan kir.

Ehmed li ser vê mijarê got: "Bi rêya kolandina xendeqan li gundên li beramberî eniyên şer ên bi çeteyên artêşa Tirk a dagirker, me parastin dabîn kir."

LI ŞÊRAWAYÊ ŞIKEFT TÊN PAQIJKIRIN

Navçeya Şêrawa bi xwezaya xwe ya çiyayî tê nasîn, gelek şikeft tê de hene ku mirovan xwe tê de parastin. Niha jî şêniyên navçeyê sûdê jê digirin ku di dema topbaranê de xwe dispêrin.

Li ser vê, Desteya Şaredariyan dest bi paqijkirina şikeftan kiriye da ku di dema êrişan de xwe biparêzin.

JI BO KEHREBE Û AVÊ MAZOT HATIYE DEPOKIRIN

Ji ambargoya giran ku ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser kantonê Şehbayê ve hatiye ferzirin mazot bi zehmetî tê peydakirin. Beriya demekê Desteya Şaredariyan ji bo depokirina mazotê di tankeran de rewşa awarte ragihandin da ku heger êrişî bên kirin, ji bo kehrebe û avê were bikaranîn.

Bi rêya mazotê wê av ji bîran were derxistin û kanter werin dagirtin û li şêniyan were belavkirin.

Têkildarî zehmetiyên dabîrkirina mazotê, Hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê Fayîq Ehmed wiha got: "Dabînkirina mazotê karekî gelekî zehmet e, ambargoya giran depokirina sotemeniyê zehmet dike. Ne tenê gef jêdera azara gel e, heman demê ambargo vê azarê zêdetir dike."

ANHA