Di topbaran li ser Til Rifetê de 6 jin birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Til Rifetê de li gorî agahiyên destpêkê, 6 jin birîndar bûn.

Di topbaran li ser Til Rifetê de 6 jin birîndar bûn- HATE NÛKIRIN
26 tîrmeh, 2022   17:01
NAVENDA NUÇEYAN

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê de, li gorî agahiyên destpêkê 6 jin birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Navê birîndaran wiha ne; Rovaş Reşo (50), Lemya Hesen (41) Kewser Mistefa (17), Fewziye Reşo (20), Sewsen Mistefa û Etriyê Şobek (20).

Topbarana heta vê kêliyê bi dijwarî didome.

ANHA