Ji bin konê sersaxiyê: Em ê bi fedekariyên wan şehîdan têkoşîna jinan firehtir bikin

Kombûna Jinan a Zenûbya li Tebqayê konê sersaxiyê ji bo her sê fermandarên YPJ`ê vekir. Beşdaran hedefgirtina her sê fermandaran ji aliyê dewleta Tirk ve, wek hedefgirtina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Ji bin konê sersaxiyê: Em ê bi fedekariyên wan şehîdan têkoşîna jinan firehtir bikin
Ji bin konê sersaxiyê: Em ê bi fedekariyên wan şehîdan têkoşîna jinan firehtir bikin
Ji bin konê sersaxiyê: Em ê bi fedekariyên wan şehîdan têkoşîna jinan firehtir bikin
Ji bin konê sersaxiyê: Em ê bi fedekariyên wan şehîdan têkoşîna jinan firehtir bikin
Ji bin konê sersaxiyê: Em ê bi fedekariyên wan şehîdan têkoşîna jinan firehtir bikin
Ji bin konê sersaxiyê: Em ê bi fedekariyên wan şehîdan têkoşîna jinan firehtir bikin
26 tîrmeh, 2022   17:03
TEBQA

Kon li Stada Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê hate vedan. Îro endam û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), malbatên şehîdan, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqa, Meclisa Ciwanan û Rêxisitnên Civaka Sivîl û şêniyên bajarokê Mensûrê serdana konê sersaxiyê kir.

Di merasîmê de, endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Fatme Behbûh axivî û got: “Her ciqas dewleta Tirk a dagirker jinan bike hedef, em ê têkoşînê berdewam bikin. Em ê bi fedekariyên wan têkoşeran têkoşîna jinan firehtir bikin.”

Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqa Nûr El-Hefnî axivî û teqez kir ku hedefgirtina her sê fermandaran, hedefgirtina hemû jinan e.

Beşdaran pêwîstiya berdewamkirina têkoşîna her sê şehîdan teqez kir û soza şopandina têkoşînê heta rawestandina êrişên dagirkeriya Tirk da.

ANHA