Kombûna Jinan a Zenûbya li Ebû Xeşeb banga derketina dagirkeriya Tirk ji herêmê kir

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya herêma Ebû Xeşeb ê Dêrazorê êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermzar kir û teqez kir ku berxwedan û têkoşîn rêya misogerkirina azadî û demokratiyê ye.

Kombûna Jinan a Zenûbya li Ebû Xeşeb banga derketina dagirkeriya Tirk ji herêmê kir
26 tîrmeh, 2022   16:36
DÊRAZOR

Bi dehan şêniyên bajarokê Ebû Xeşeb û endamên Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê tev li çalakiyê bûn.

Şêniyan, ji pêşiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya li Kampa Ebû Xeşeb heta beşê sêyemîn ê kampê meşiyan.

Paşê endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya Şehrezad El-Casim daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan û fermandaran hat şermezarkirin û hat teqezkirin ku gelên herêmê dê bi hevgirtina xwe hemû planên dagirkeriya Tirk têk bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê rawestînin û hesabê ji Erdogan bixwazin.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran banga derketina dagirkeriya Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

ANHA