Li gundewarê Reqayê 3 bazirganên çekan hatin girtin

Rêveberiya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî li bajarokê El-Keramê yê girêdayî Reqayê 3 bazirganên çekan, girtin.

Li gundewarê Reqayê 3 bazirganên çekan hatin girtin
26 tîrmeh, 2022   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî ev agahî eşkere kirin: “Roja Yekşemê (24’ê Tîrmehê) Rêveberiya Li Dijî Tawanan li bajarokê El-Keramê piştî 3 kesên ku di bazirganiya çekan de dixebitîn, girtin.

Bi raporeke ku ji yek ji navendên me yên ewlekariyê re hatiye şandin ku tê de 3 kes di nav welatiyan de bazirganiya çekan dikin û difroşin, hêzên me yên dijî tawanan dest bi şopandin, lêkolîn û komkirina agahiyan kirin. Piştî belge û delîlên ku beşdarbûna wan di vî karî de tekez dikin hatin komkirin, bi kemînekê girtin ser malên wan, ew kes hatin girtin û ev çek û cebilxaneyên li jêr hatin desteserkirin:

- Deraqa kilaşînkov hejmar (1).

- Deraqa damanceyê hejmar (1).

- Damence eyar 7 mm tevî malika wê.

- Fîşekên damenceyê eyar 7 hejmar (10).

- Çeka spî hejmar (1).

- Kamerayên çavdêriyê hejmar (4).

Di lêpirsîna bi kesên tawanbar re, ew li xwe mikur hatin ku bazirganiya çek û cebilxaneyan kirine da ku pereyan wergirin, her wiha di dema serdegirtinê de ew kamerayên çavdêriyê yên ku hêzên me destser kirine, wan berê ji cihek giştî dizîbûn.

Hêzên me kesên tewanbar tevî tiştên destserkirî vediguhêzin Serdozgeriyê da ku bi karên zagonî yên pêwîst derbarê wan de rabin.”

(cx)