​​​​​​​Balafireke xwekuj a dagirkeriya Tirk welatiyên Eyn Îsayê bombe kirin

Balafireke bêmirov a xwekuj a dewleta Tirk a dagirker hejmareke welatiyên gundewarê Eyn Îsayê hedef girtin, di encamê de 2 welatî birîndar bûn.

​​​​​​​Balafireke xwekuj a dagirkeriya Tirk welatiyên Eyn Îsayê bombe kirin
26 tîrmeh, 2022   08:05
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku balafireke bêmirov a xwekuj welatiyên li Stasyona “Terad” a somteniyê ya li ser rêya M4 li deriyê bakur ê ketina navçeya Eyn Îsayê, bombe kirin. Di encamê de welatiyên bi navên Ehmed El-Xidir û Elî Xelîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê, Ehmed El-Xidir (21) bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Reqayê. Elî Xelîl (20) jî li Nexweşxaneya Omer Elûş a li navenda Eyn Îsayê tê dermankirin û rewşa wî aram e.

(cx)

ANHA