Rojnameyên erebî: Gefên operasyoneke leşkerî li Derayê tên xwarin

Rojnameyên erebî di hejmarên vê sibehê derketine de têkildarî rewşa Derayê, hilbjiartina serokê hikumeta Iraqê û rewşa Lîbyayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Gefên operasyoneke leşkerî li Derayê tên xwarin
26 tîrmeh, 2022   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

LI DERAYÊ EFSEREKÎ REJÎMÊ HAT KUŞTIN

Rojnameya Şerq El-Ewset di kar û barên Sûriyê de nivîsî: “Sibeha duşemê li taxa Sehafê ya rojavayê bajarê Derayê efserekî rejîma Sûriyê yê ji Firqeya 5`an bi mayînekê hat kuştin, ku çekdarên nenas di erebeya wî de bi cih kiribûn. Li gorî çavkaniyên ji herêmê, herêma ku hedefgirtin lê çêbûye, herêmeke ewle tê hesibandin û baregeh û bendên kontrolê yên rejîma Sûriyê lê hene.

Pênşema borî jî li parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyê du efser hatibûn kuştin û endamekî polîsan ê girêdayî Wezareta Karên Hundir a Sûriyê birîndar bûbû.

Edîtorê tora “Siwêda 24” Şadî El-Elî ji rojnameyê re got: “Komîteya ewlehiyê ya rejîma Sûriyê li Derayê çend roj muhlet da hejmareke herêmên lihevhatinan ên li gundewarê Derayê û bajarê Dera El-Beled, da ku daxwazên wê yên radestkirina dijberên lihevhatinan bibersivînin. Komîteya Ewlehiyê, dijberên lihevhatinan bi êrişên li dijî baregeh û endamên artêşa Sûriyê yên li herêmê tawanbar dike. Eger daxwazên wan neyên bersivandin, ew gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li hin herêman dixwin.

Ev yek piştî civîna yekşema borî li navenda bajarê Derayê pêk tê, ku endamên komîteyên danûstandinê yên navendî yên bjaarê Tefes û Yadûde yên rojavayê Derayê û nûnerê bajarê Casim ê bakurê Derayê, her wiha endamên komîteya bajarê Dera El-Beled tê de amade bûbûn.”

MIHEMED EL-SÛDANÎ BO SEROKATIYA HIKUMETA IRAQÊ HAT HILBIJARTIN

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El-Ereb nivîsî: “Rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê roja duşemê derbarê hilbjiartina wezîrê berê yê kar û barên civakî Mihemed Şiya El-Sûdanî bo serokatiya hikumeta Iraqê ya bê de, li hev kirin.

Çavdêr dibêjin ku hilbijartina Sûdanî ji bo serokatiya hikumetê ne ji nişke ve bû, nexasim piştî ku serokwezîrê berê û serokê îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî El-Malikî ji ber belavbûna dengên wî şensê xwe ji dest da.

Çarçoveya Hemahengiyê piştî civîna li mala serokê Hevbendiya Fetih Hadî El-Amirî li paytext Bexdayê, bi daxuyaniyekê got, “Rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê li ser hilbijartina Mihemed Şiya El-Sûdanî bo serokatiya hikmetê li hev kir.”

El-Sûdanî (52) ji fermandarên Partiya Deiwê El-Îslamiyê ye û ji aliyê El-Malikî ve bo serokatiya hikumeta nû hat hilbijartin.

Li gorî çavdêran, hilbijartina El-Sûdanî çareyeke navîn bû, nexasim ji bo yên hilbjiartina El-Malikî red dikin, nexsasim Şepêla Sedr ku heta niha tu helwestên wî derbarê mijarê de derneketine.

Şopdarên rewşê jî dibêjin ku çareserkirina pirsgirêka hibijartina serokwezîr, gaveke girîng e di çarçoveya bidawîkirina aloziya siyasî ya Iraqê de. Her wiha destnîşan dikin ku gava bê dê diyarkirina dema rûniştina hilbijartina serokê komarê bin ku tê payîn hefteya bê were lidarxistin. Tê çaverêkirin ku namzetê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistan Berhem Salih bê hilbijartin.”

LÎBYA: HEWLDANÊN YEKKIRINA SAZIYA LEŞKERÎ

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsîn: "Li Benxazî roja çarşemê bi serkêşiya serfermandarê artêşa nîştimanî Ebdurezaq El-Nazorî û serfermandarê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya li herêma rojava Mihemed El-Hedad, dê civîneke leşkerî ya hevbeş li dar bixin. El-Nazorî û serokên beşên leşkerî û endamên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş (5+5) ku ji Fermandariya Giştî ya artêşa nîştimanî hate avakirin, duh civiyabûn. Di civînê de li ser xebatên dema pêş nîqaş kirin, di serî de pêşwazkirina şandeyeke leşkerî ya bi serokatiya El-Hedad li Benxazî û beşdariya endamên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş ya herêma rojava.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, civîna li Benxazî berdewamiya civîna hefteya borî ya li Terablusê ye û dê tê de gelek mijar werin nîqaşkirin, ji wan mijarên sereke dosyaya yekkirina saziya leşkerî, bêbandorkirina milîsan, derxistina hêzên biyanî û çeteyan û yekkirina xebatan bo pêkanîna rêgeza lihevanîna nîştimanî ya giştî.

Tê çaverêkirin ku di civînê de, tedbîrên têkildarî avakirina komîteyeke hevbeş bên diyarkirin da ku dosyaya girtiyan û windahiyan bişopîne, hêza hevbeş ku di encama peymana agirbestê de li ser hatibû lihevkirin, were aktîfkirin û planek ji bo meşandina dewriyeyên li ser sînor ji yekîneyên cuda yên parêzvanên sînor were danîn."