Ji ber rewşa awarte şênî perwerdeyên destwerdana lezgîn dibînin

Hejmareke mezin a şêniyan ji bo tev li perwerdeya destwerdanên lezgîn bibin serdana navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan dikin. Berpisyarên Destaya Tenduristiyê dan zanîn ku amadekariyên rewşa awarte didomin.

Ji ber rewşa awarte şênî perwerdeyên destwerdana lezgîn dibînin
25 tîrmeh, 2022   07:06
QAMIŞLO

Di 6’ê Tîrmehê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dagirkeriya Tirk, rewşa awarte ragihand.

Li gor wê jî, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li welatiyan kir ku tev li perwerdeyên destwerdana lezgîn bibin.

Der barê mijarê de, hevseroka Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Bêrîvan Derwîş bang li hemû welatiyan kir ku tev li perwerdeyên destwerdana lezgîn bibin da ku di rewşên awarte de her kes amade be.

Bêrîvan Derwîş her wiha îşaret bi hejmara mezin a şêniyan kir ku ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li perwerdeyan dibin.

Bêrîvan çend barê dewreyê de ev agahî parve kirin: “Pêşî nav li komîn û meclisan tên tomarkirin da ku her kes ji cihê ku lê ye, bikaribe navê xwe tomar bike. Perwerde du yan sê rojan didome û dibe ku dirêjtir be jî.”

Bêrîvan wiha domand: “Perwerde li nexweşxaneyên girêdayî Rêveberiya Xweser û hemû nexweşxane û navendên girêdayî Desteya Tenduristiyê wek Nexweşxaneya Jiyan (COVID-19), Nexweşxaneya Gel a Dêrikê û Hesekê û Nexweşxaneya Amûdê tên dayîn.”

Bêrîvan diyar kir ku hemû navendên tenduristiyê û nexweşxane bi ambulans û pêdiviyên tenduristiyê hatine amadekirin.

Di dawiya axaftina xwe de, Bêrîvan Derwîş bang li şêniyan kir û got: “Kî dikare xizmetên tenduristî pêşkêş bike, gava çi êriş were ser herêmên me bila berê xwe bide navendên tenduristiyê.”

Endamê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa jî behsa tevlêbûna şêniyan kir û ev tişt anîn ziman: “Şênî bi hejmarên mezin tev li dewreyên destwerdanên lezgîn dibin, ji ber ku ev dewre dê bibe sedema xelaskirina jiyana gelek kesan. Divê her kesê ku temenê wan di ser 18 saliyê re destwerdanên lezgîn fêr bibe da ku alîkariya malbata xwe û her kesî hewcedarê alîkariyê, bike.”

Dilgeş Îsa wiha domand: “Şênî li ser rêbazên dermankirina şewat û şikestinê, rêbazên danûstandiina bi nexweşên şekir û dil û nexweşên din, rêbazên veguhastina birîndaran beyî ku zirar bigihînê, têne perwerdekirin.”

Îsa wiha axaftina xwe domand: “Dewre sê rojan didome, rojane 4 saet e, di dawiya dewreyê de jî beşdar tên nirxandin da ku eger pêwîstiya wan bi demeke dirêjtir hebe, ew careke din tev lî dewreyê dibin.”

Darîn Ehmed ku beşdarî dewreya destwerdanên lezgîn a li Qamişlo bûye, têkildarî mijarê wiha aixvî: “Em li ser rêgezên bingehîn ên dermankirina şewat, birîn û şikestinê hatin perwerdekirin.”

Darîn Ehmed îşaret bi girîngiya perwerdeyê kir nexasim di vê qonaxê de û got: “Ev perwerde ji bo me gelekî bi sûd e, nexasim di vê qonaxê de ku em rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tên, da ku her kes di vê qonaxê de cihê  xwe bigire.”

Selah Ebdulhadî jî tev li perwerdeyê bûye û da zanîn ew di vê dewreyê de fêr bûn çawa birîndaran derman bikin û alîkariya wan bikin heta ku ekîbên tenduristiyê digihêjin cihê bûyerê.

Selah Ebdulhadî diyar kir ku ev perwerde di vê qonaxê de gelek girîng e û axaftina xwe wiha domand: “Di vê qonaxê de ev perwerde girîng e. Pêwîstiya hemûyan bi perwerdeyên wiha heye ji ber ku dibe di her kêliyekê de êriş were ser herêmên me, da ku her kes li gor derfetên xwe alîkariyê bide û em alîkariyê bidin şervanên xwe.”

(mh)

ANHA