Şêniyên Efrînê: Em ê bi xwe li hember dagirkeriya Tirk bisekinin

Koçberên Efrînê destnîşan kirin ku berxwedana wan a li navçeya Şêrawa, ji bo vegera Efrînê û rizgarkirina wê ye, her wiha gotin ku ew xwe naspêrin hêzên ku vê dawiyê li herêmê bi cih bûne, lê xwe dispêrin hêza xwe ya li gor şerê gel ê şoreşgerî.

Şêniyên Efrînê: Em ê bi xwe li hember dagirkeriya Tirk bisekinin
25 tîrmeh, 2022   06:50
ŞEHBA – XANDÎ ELO

Ji 23’ê Gulana borî ve nexasim piştî gefxwarinên pêkanîna êrişeke mezin a dagirkirinê li dijî Til Rifet û Minbicê ji aliyê rayederên dewleta Tirk ve, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser kantona Şehbayê û nevçeya Şêrawa ya başûrê Efrînê girantir kiriye.

Dagirkeriya Tirk dixwaze bi van êrişan şêniyan bitirsîne û wan bi darê zorê koçber bike ku piraniya caran jî sivîl dibin qurbaniyên êrişên wê. Herî dawî ji ber van êrişan welatiya bi navê Zelûx Hemşo ya 30 salî li gundê Meyasê ya Şêrawayê birîndar bû.

Şêniyên herêmên ku tên topbarankirin destnîşan kirin ku heta rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ew ê berxwedanê bidomînin.

Koçbera bi navê Fehîme Mihemed destnîşan kir ku ew ê li hember topbarana rojane ya dagirkeriya Tirk ya li ser navçeya Şêrawayê bisekinin û got: “Piştî ku em ji Efrînê koçberî navçeya Şêrawayê hatin kirin, dîsa artêşa Tirk a dagirker herêmên ku em tê de bi cih bûne topbaran dike. Em jin teqez dikin ku em ê li dijî topbaran û êrişan li ber xwe bidin.”

Fehîme Mihemed wiha domand: “Em ê van herêman ji qirêjiya terorîstan biparêzin û rê nedin wan ku herêmên me dagir bikin. Di berxwedana li dijî dagirkeran de em ji xwe bawer in, em ê heta rizgarkirina Efrînê li vir li ber xwe bidin.”

Koçbera bi navê Wîdad Mihemed destnîşan kir ku berxwedana wan a li Şêrawayê misogeriya vegera kantona Efrînê û got: “Ji ber topbarana li ser navçeyê êdî zarok nikarin bi hev re bilîzin. Em ji vir dernakevin, ji bo vegera li Efînê em ê bi her awayî li ber xwe bidin.”

Wîdad Mihemed wiha domand: “Li vir kal, pîr û zarok jî dijîn, çi bibe jî em ê gundên xwe ji dijmin biparêzin. Rêxistinên mirovî û aliyên têkildar der barê topbarana rojane de bêdeng in, em dixwazin vegerin warê xwe.”

Hevserokê Meclisa Navçeya Şêrawa, Hesen Murad wih anî ziman: “Em li vir di qonaxeke dîrokî re derbas dibin, navçeya Şerawa navçeyeke sînorî ye ji ber wê ew rojane tê topbarankirin. Her wiha Kampa Vegerê jî ji topbaranê bêpar nema.

Murad destnîşan kir ku gel berxwedan hilbijart, soz da li Şêrawa bimîne û li hember çeteyan li ber xwe bide, gel ji bilî rêya berxwedanê tu rêyên din hilnabijêre.

Hesen Murad wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gef moralê gelê me têk nabe, em amade ne êrişan têk bibin. Hebûna hêzên wekî Îran, Rûsya û yên hikumeta Şamê ji bo me ne giring e û em xwe naspêrin wan, em baş nas dikin ku ev hêz tenê li gor berjewendiyên xwe dixebitin. Em bi îradeya xwe li vir in û baş dizanin ku eger pêwîstiya berjewendiya van hêzan bi hiştina me hebe, dê me bihêlin.”

Tê zanîn ku bi hezaran şênî li gundên navçeya Şêrawa dijîn û rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

(mh)

ANHA