Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê rageşî heye, Barzanî ji Bexdayê destvala vegeriya

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa rageşiya li Siwêdayê, hevdîtina Barzanî û Kazimî û referandûma ji bo destûra nû ya Tûnisê kirin.

Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê rageşî heye, Barzanî ji Bexdayê destvala vegeriya
25 tîrmeh, 2022   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

PIŞTÎ REVANDINA 4 WELATIYAN LI SIWÊDAYÊ RAGEŞÎ DERKET

Di kar û barên Sûriyê de, rojnameya Şerq El-Ewset nivîsî: “Şeva şemî-yekşemê, kesên nenas, şaxê Ewlehiya Leşkerî li bajarê Siwêdayê û navenda Ewlehiya Leşkerî ya li bajarê Şehba bi bombeyên deng û guleyan hedef girtin. Li gorî çavkaniyên herêmî, ji beriya du rojan de li bajêr rageşî heye.

Li bajarokê Etîl, komeke çekdar a xwecihî ya bi navê “Hêzên Fecir” ku girêdayî îstixbarata leşkerî ya rejîma Sûriyê ne û Racî Felhût wê bi rê ve dibe, ji bajarê Şehba yê Siwêdayê 4 kesên ji malbata Tewîl (mezintirîn malbatên li Siwêdayê ye) ragirtin. Li ser wê yekê, malbata Tewîl û şêniyên Şehba rêya Şam-Siwêdayê girtin û li bajarên Şehba û Etîl bûyerên revandinê pêk hatin. Her du aliyan bendên kontrolê yên demkî danîn û ji sibeha şemiyê ve bi dehan ciwanên Şehbayê rêya Şam-Siwêdayê li çûn û hatinê girtin. Hêzên Fecir bi revandina 4 welatiyên herêmê hatin tawanbarkirin. Malbata Tewîl jî 2 kesên ji bajarokê Etîl revandin ku komên Racî Felhût li wê derê ne. Metirsî hene ku kesên hatine revandin, neyê berdan.

Tora Siwêda 24 jî got, komên çekdar ên girêdayî îstixbarata leşkerî roja yekşemê du welatiyên din ên ji bajarê Şehba revandin. Her wiha ragihand ku komên çekdar bendên kontorlê danîne derdora bajarokên Etîl li ser rêya Şam-Siwêdayê, komên navxweyî yên bajarê Şehbayê jî girtina rêya Şam-Siwêdayê didomînin.”

BARZANÎ DESTVALA VEDIGER: TU LIHEVKIRIN LI SER PETROLÊ NÎN IN

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Iraqê kir û wiha nivîsî: “Aliyên siyasî yên kurdî gotin ku di encama serdana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Bexdayê re, tu çareseriyên pratîk ji bo dosyayên bi nakok ên her du aliyan dernektin, nexasim dosyayên petrol û gazê ku her du alî dev ji helwestên xwe naqerin.

Heman aliyan hişyarî da ku berdewamkirina nakokiyên Bexda-Erbîlê têkildarî petrol û gazê dê bandorên xeternak bi xwe re bîne û dê veberhênanên di vî warî de asteng bike. Nexasim piştî ku hejmareke şîrketên rojavayî niyeta xwe ya vekişînê eşkere kirin, hinekan jî projeyên nû yên ku dihat payîn pêk bînin, taloq kirin.

Barzanî roja şemiyê çû paytexta Iraq Bexdayê. Ji dema ku beriya nêzî 3 salan hatiye ser peywirê, ev serdana wî ya duyemîn e. Dosyayên petrolê û gaze di serî ajandeyên serdanê de bû. Serokê hikumeta Herêmê bi serokwezîr Mistefa Kazimî, serokê Meclisa Nûneran a Iraqê Mihemed El-Helbûsî û serokê Meclisa Bilind a Dadgehê Fayiq Zêdan re civiya.

Li gorî daxuyaniya ku Nivîsgeha Kazimî daye, li ser kûrkirina diyalogên di navbera Wezareta Petrolê ya Fedeal û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya herêmê de, berdewamkirina xebatên ji bo gihaştina çareseriyên hevbeş û hevtemamkirina di rêvebirina dosyaya petrolê de, hatiye lihevkirin.

Li aliyê din, Barzanî têkildarî serdana xwe ji Bexdayê re tu helwest nîşan neda. Aliyên siyasî yên kurdî dibêjin ku sedema wê ew e ku serdana Barzanî li gorî hêviyên wî derneket, ku desthilata navendî ya Bexdayê bi îsrar e ku biryara Dadgeha Fedral a Bilind a Sibata borî de daye, pêk bîne. Li gorî biryarê, petrola ji axa Kurdistanê derdikeve divê radestî hikumeta navendî bê kirin, her wiha mafê Bexdayê heye ku hevpeymanên têkildarî petrolê bi herêmê re di ber çavan re derbas bike yan jî betal bike.”

REFERANDÛMA DESTÛRA NÛ YA TÛNISÊ DEST PÊ KIR

Di rewşa Tûnisê de jî rojnameya El-Beyan got: “Îro duşemê li Tûnisê dengdana ji bo destûra nû ya Tûnisê dest pê kir. Komîteya Hilbijartinan jî ragihand ku navendên dengdanê li pêş welatiyan vekirî ne.

Bi hezaran navendên dengdanê yên Tûnisê amadekariyên xwe bi dawî kirin, komîteyên hilbijartinan, sendoqên hilbijartinan û madeyên pêwsît ji bo dengdanê belav kirin

Bi hezaran endamên hêzên ewlekariyê û artêşê ji bo ewlekirina navendên dengdanê li seranserê welêt hatine belavkirin.

Duh li Tûnisê bi hemû rengan propagandaya hilbijartinan hatibû rawestandin.”

(cx)