ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2022
24 tîrmeh, 2022   23:00

-Li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefkirina  sê fermandarên YPJ û QSD'ê, Kombûna Jinan a Zenûbiya çalakiyekê li Reqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Erdogan mîrateya pêşiyê xwe Ataturk a qetilkirin, koçberkirin, guhertina nasnameya gelên resen û guhertina demografî didomîne. Ev yek di siyasetên wî yên qirkirin û asîmîlasyon ku li dijî gelê Kurd destpêkê û gelên Sûriyê bi giştî de eşkere dibe. (BI WÊNE).

- Pisporê Rûsyayê Kerîm Has diyar kir ku Erdogan nekarî tiştên hêvî dikirin di civîna li Tehranê de bi dest bixe û got “Ez bawer nakim ku mijareke ku her sê aktoran di civîna Astanayê de li serê li hev kiribe hebe, bi taybetî jî Erdogan.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê destnîşan kirin ku berxwedana wan a li navçeya Şêrawa, berxwedana ji bo vegera Efrînê û rizgarkirina wê ye, her wiha diyar kirin ku ew xwe naspêrin hêzên ku li vê dawiyê li herêmê bi cih bûne, ew xwe dispêrin hêza xwe ya li gorî şerê gel ê şoreşgerî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyê amadekariyan dike ku nivîsgeheke xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê veke. Koordînatorê Giştî yê şepêlê Xiyas Naîsa diyar kir ku ew ji vê yekê arman dikin, piştgiriya partiyê bi gelê herêmê re nîşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokeşîr û nûnerê bajarokê Baxozê dewleta Tirk a dagirker a ku komkujiya Zaxo pêk aniye şermezar kir û bang li eşîrên iraqî kirin ku bi eşîrên sûrî re li hember êriş û timayên dagirkeriya Tirk ên li Sûriyê û Iraqê, bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dagirkeriya Tirk aloziyên li cîhanê bi kar anî û asta êrişên xwe li dijî gelên herêmê zêde kirin. Lêkolîner û dîroknasê siyasî yê ji Iraqê Dr.Cewad El-Beydanî diyar kir ku Komkujiya Zaxo, plankirî ye û armancên wê aborî û siyasî ne. Her wiha teqez kir ku helwesta siyasetmedarên iraqî, negihîşt asta tehdîdê. (BI WÊNE).

-100 sal di ser salvegera Peymana Lozanê re derbas dibin ku Kurdistanê kir 4 parçe. Ji wê peymanê komara Tirkiyê û nexşeya nû ya li ser hesabên kurdan di qada navneteweyî de hatin naskirin. Armanca vê peymanê tunekirina kurdan bû  ku heta roja me ya îro li dijî kurdan komployên navneteweyî tên kirin. (BI WÊNE).

JIN

- Fermandar û jinên pêşeng ên ku li şûna cîhanê li dijî DAIŞ`ê şer kirine û mirovahî ji teror û tarîtiyê xilas kirin, li pêş çavên hêzên navneteweyî yên li kêleka wan jinan şerê terorê kirin, bi balafirên dewleta Tirk a dagirker tên hedefgirtin. Lê belê hevrê û dilsozên wan jinên têkoşer soza tolhildanê bi mezinkirina şoreşê, têkbirina dagirkeriyê û misogerkirina azadiyê, didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên komîteya amadekar a Foruma Şoreşa Jinan diyar kirin ku wan bi mebesta; parastina şoreşa jinan, nirxandina destkeftiyan, rol û pêşangtiya jinan di şoreşê de çalakiyeke bi vî rengî li dar xistin û gotin: “Tevlêbûna jinên li Rojhilata Navîn û jinên enternasyonalîst destketiyeke şoreşê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CİVAK Û JİYAN

- Hejmareke mezin a şêniyan ji bo birina perwerdeya destwerdanên lezgîn serdana navendên tenduristî û nexweşxaneyan dikin, berpisyarên Destaya Tenduristiyê dan zanîn ku amadekariyên rewşa awarte didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA