Fermandarên şehîd Jiyan, Barîn û Roj bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin

Fermandarên QSD û YPJ'ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan bi merasîmeke girseyî ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin oxirkirin.

Fermandarên şehîd Jiyan, Barîn û Roj bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Fermandarên şehîd Jiyan, Barîn û Roj bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Fermandarên şehîd Jiyan, Barîn û Roj bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Fermandarên şehîd Jiyan, Barîn û Roj bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Fermandarên şehîd Jiyan, Barîn û Roj bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
Fermandarên şehîd Jiyan, Barîn û Roj bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin
24 tîrmeh, 2022   20:03
HESEKÊ

Di 22`yê Tîrmehê de, balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê erebeyek kir hedef. Di encamê de fermandara YPJ û QSD`ê Jiyan Tolhildan ku di heman demê de fermandara giştî ya YAT`ê bû, fermandar Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn Botan şehîd bûn.

Bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê tev li merasîma oxrikirina her sê şehîdan bûn ku li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Di merasîmê de wêneyên şehîdan, alên YPG, YPJ'ê hatin hildan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Edle Misto axivî û got: “Bi berxwedana şehîdên xwe em gihaştin vê asta serkeftinê.”

Edle Misto destnîşan kir ku dijmineke faşîst heye hewl dide bi rêya domandina êrişên xwe li dijî çiyayên Kurdistanê û Rojava vîna gelên azad têk bibe.

Her wiha Edle Misto anî ziman ku bi berxwedana şehîdan û fedekariyên wan, dê dijminê faşîst têk bibin û dê li ser şopa wan, berxwedanê berdewam bikin.

Bi navê YPJ`ê fermandar Sozdar Dêrik axivî û di şexsê her sê şehîdan de, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Sozdar Dêrik destnîşan kir ku heke rojeke tenê bijîn jî dê bi saya berxwedana wan şehîdan bin û çiqas şehîdan bidin ew fedayî gelê vê axê ne, serê xwe ji dijmin re natewînin û vîna wan naşike.

Sozdar Dêrik diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe hemû pêkhateyên herêmê dike hedef û bi saya berxwedana şehîdan, gel heta îro li ser lingan e.

Sozdar Dêrik soza berdewamkirina rêya şehîdan da û got dê heta dawiyê li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin û dê herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Her wiha di merasîmê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah axivî û got: “Ji bo YPJ, hemû yekîneyên parastina û ji bo malbatên welatparêz em ê li ber xwe bidin.”

Asya Ebdullah îşaret bi 10 salên Şoreşa 19`ê Tîrmehê kir û got: “Gel li ber xwe dide, gelek fedekariyan dide. Li hember mîna van êrişan zaîf nabe. Biratiya gelan li ser vê axê bi hemû pêkhateyên din re pêk tîne.”

Asya Ebdullah di dawiyê de got civata navneteweyî berpirsa sûcên dagirkeriya Tirk li dijî gelan e.

Piştî bidawîbûna axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervaneke YPJ`ê bi navê Sema Xelî (Sema Cûdî) eşkere kir ku di têkoşîna xwe de di nav Şoreşa Rojava de şehîd bûye.

Endama Meclisa Malbatên Şehdîan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadeta şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Tê bibîrxistin ku cenazeyê şehîd Roj Xabûr dê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li navçeya Dirbêsiyê, cenazeyên şehîdan Jiyan Tolhildan û Barîn Botan dê li kantona Şehba li Goristana Şehîdan bên veşartin.

(şx)

ANHA