Ji Foruma Şoreşa Jinan: Tevlêbûna jinan destkeftiyeke şoreşê ye

Endamên komîteya amadekar a Foruma Şoreşa Jinan diyar kirin ku wan bi mebesta; parastina şoreşa jinan, nirxandina destkeftiyan, rol û pêşangtiya jinan di şoreşê de çalakiyeke bi vî rengî li dar xistin û gotin: “Tevlêbûna jinên li Rojhilata Navîn û jinên enternasyonalîst destketiyeke şoreşê ye.”

Ji Foruma Şoreşa Jinan: Tevlêbûna jinan destkeftiyeke şoreşê ye
25 tîrmeh, 2022   01:35
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di 22`yê Tîrmehê de bi boneya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi dirûşma “Bi hevgirtina Jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û pêş bixin” Foruma Şoreşa Jinan li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Forum bi pêşengtiya Kongra Star, 7 tevger, rêxistin û yekitiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat organîzekirin.

Forum li ser asta Rojhilata Navîn û bi beşdarbûna jinên enternasyonalîst hat lidarxistin û bi 8 enamnameyên girîng bi dawî bû.

Têkildarî armancên lidarxistina Foruma Şoreşa Jinan ji aliyê leşkerî û civakî ve, endamên Komîteya Amadekar yên ji Kongra Star û YPJ`ê ji ajansa me re axivîn.

Endama Têkiliyên Kongra Star û Endama Komîteya Amadekar a Foruma Şoreşa Jinan Menal Mihemed da zanîn ku li ser esasê nirxandin û bilindkirina asta tekoşînê, bi rêxistinbûyîneke mezin di bin navê Foruma Şoreşa Jinan de kombûyînek hat orgenîzekirin û got: “Ger jin nebirêxistinkirî bin, nikarin parastina xwe bikin, di forumê de li ser vê mijarê nîqaş hatin kirin da ku em bêhtir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê karibin fikir, rêxistinbûn û hevgirtina jinan di milê siyasî û civakî de xurtir bikin.”

`TEVLÊBÛNA JINAN JI ŞOREŞÊ RE DESTKEFTIYEK E`

Menal diyar kir ku ji ber Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûye para jinên Rojhilata Navîn û jinên enternasyonalîst, tevlêbûna wan jinan yek ji destkeftiyên şoreşa jinan e û got: “Wekî Kongra Star beriya niha me gelek lihevkirin bi rêxistin û tevgerên jinan ên Rojhilata Navîn re kirin. Di salên borî de me cihê xwe di nava însiyatîfên li ser asta Rojhilata Navîn û di nava komîteya amadekar a kongreyên jinên Rojhilata Navîn de jî girt. Ev hemû kar û xebat ket xizmeta danesîna Şoreşa Rojava û bandora şoreşê li ser jinan.”

Di axaftina xwe de Menal bal kişand ser kêmanî û zehmetiyên li pêş birêxistinkirina jinan derdikevin û got: “Çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çi jî li Rojhilata Navîn be hîna jî jinên blindest tên dîtin. Gelek jin hene hîn negihaştine mafê xwe, di Rojhilata Navîn de jî em vî tiştî dibînin ji ber bûyerên xwekuştinê û qetilkirina jinan pir rû didin. Gelek jin ji mafên xwe yên destûrî û hiqûqî bêpar mane.”

Menal da zanîn ku heke jinên li Efganistanê û Filîstînê bi awayekî hevgirtî xwe birêxistin kiribana, dê niha rewşa wan cuda bûya. Her wiha destnîşan kir ku gelek rêxistinên jinan hene lê ew hîn jî di pêkanîna armancên xwe de zehmetiyan dikişînin.

`YPJ`Ê PARASTINA JINAN JI TUNDIYÊ Û ÊRIŞAN ERKA XWE DIBÎNE`

Berpirsa Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Endama komîteya amadekar a Foruma Şoreşa Jinan Roksan Mihemed jî da zanîn ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek ked û xebatê didin meşandin, ev Foruma Şoreşa Jinan jî bi mebesta; parastina şoreşa jinan, nirxandina destkeftiyan, êrişên li ser jinan, rol û pêşangtiya jinan hat lidarxistin da ku karibin tecrubeyên 10 salan a jinan bi jinên cîhanê bidin nasandin.

Roksan Mihemed destnîşan kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê pir bi şens in û wiha pê de çû: “Ji bo hemû jinan cihê şanaziyê ye, bi projeya neteweya demokratîk û li ser bingeha îdeolojiyeke azad ev şoreş hatiye destpêkirin.”

Li ser hebûn û rola Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de Roksan daxuyand ku bi destpêkirina şoreşê re pêwîstî bi parastina şoreşê hat dîtin, dema mirov bi fikrekî rêxistinbûyînekê dide avakirin divê mirov bikaribe wî fikrî jî biparêze û got: “Ji ber sîstema desthildar di her warî de êrişî jinan dike di milê; piskolojî, biyolojî, fikir û rêxistinbûn de, li hemberî van cureyên êrişan di 10 salan de jinan çawa tekoşîn kir û heta kîjan astê xurtkir ev xalên herî girîng in.”

Têkildarî xurtikirina rola YPJ`ê jî Roksan got: “Wek YPJ`ê jî em dixwazin bêhtir bikarbin weke navê xwe Yekîneyên Parastina Jin ji bo jiyaneke azad, wekhev, demokrat û çanda exlaqî rol bilîzin. Jinên li herêmê ku rastî tundî û îşkenceyê hatin, YPJ erka xwe dibîne ku parastina wan bike.”

(cx)

ANHA